filmov
tv
Mem Ararat - Pesna Evînê

Показать описание
Diniqute katjimêrek û li jêr ezmanê dema reşbîn dibim dişibe bîreke ziwa û bê binî, hewl didim ji xwe re xewnekê bibînim. Bêyî ku serê xwe deynim ser tu balîfan xewnekê dibînim, çavê min vekirî...Lê belê dizanim teyare bi pifan nafire, ji ber vê yekê radibim û li ser kevirê mezelê xwe gul û kulîlkan çêdikim. Jixwe huner dişibe tasek av, ji bo mirov karibe ew pariyê jahrê, yê bi navê ‘mirinê’ daqurtîne. Ev pirsgirêkên wateyî û şexsî, dema mirov weke kurdekî lê dinêre çiqas luks xuya dike ne wisa? Xwezî bi wê rojê ku pirsgirêkên me tenê yên takekesî bûya dostno. Li vê serdema betonîzmê û neytekbûnê ku qebetî ravekirina wê ya herî nerm e; li vê cîhana mirovan ku hê destdirêjî li zarokên di pêçekê de ne tê kirin, gelo çend tişt mane mirov bi dilrehetî karibe pesnê wan bide û ji bilî hunerê çend tişt mane vê dinyaya gewrik û vî emrê mîna reşêşkek havînî kurt watedar bike?Ji bo gelek tiştî gelekî xemgîn im dostên delal, lê reşbînî hê jî lukseke destbela ye.Ji ber vê yekê jî naxwazim ji hêvîyên xwe derbas bim. Ne tenê ji bo xwe; ji bo nivşên piştî me jî...
Bawer im elimandinek ji zarokatiyê maye, carnan bi destê xwe re carnan jî bi lingên xwe re dipeyivim. Wê çaxe dizanim karekî min heye û rêyek li ber min e. Rêya me û karê me her berdewam e dostno. Bi israr em ê kulîlkan û daran biçînîn, her em bi kîjan rêyan de bimeşin.
Ji ber ku bi keda xwe tev li vê xebata min bûn, malavayîya Azad Yilmaz,Xebat Aşmî, Îbrahîm Zencîrcî, Haşim Dogrul, Cîhat Yildiz, Denîz Kaya û hemû havalên xwe yên muzîkjen dikim.Ji ber ku di arenjeya strana ‘Xewnek’ê alîkariya me kir û bi gîtara xwe mil da stranên din jî,ji hevalê xwe yê muzîkjen Serhat Demîr re bi taybetî spas dikim.Bêgûman ev berhem ya me teva ye.Her wiha malavayîyek taybet ji bo hevala menajer Roza Serhad û hemû malbata Zîz Muzîk ku bi hemû îmkanên xwe li ba min cîh girtin. Heger ew nebûna bêgûman me yê nikarîbûya ev xebat bi encam bikira. Kekê Sîdar Jîr û hevala delal Asrîn Sar gotinên stranan wergerandin zimanê Îngilîzî û Tirkî û kekê Sîdar di warê redaksîyonê de jî bû alîkarê min. Ez silav û hezkirinên xwe bi taybetî dişînim ji wan re û malavayîyek dostane ji wan re jî... Ji ber ku vîdoyên stranan amade kir û keda xwe tev li keda me kir bi dilgermî malavayîya xwe li xortê delal Robîn Lîon jî dikim. Her bijî xorto.
Mala hemû guhdarên Mem Ararat yên dilsoz ava be ku motîvasyona me derdixin asta herî jor.Ji xewlaneya xwe heta warê we, ji we hemû dost û hevalan re silav û rêz û hezkirinên xwe dişînim.
Mem
Gotin û Muzîk : Mem Ararat
Edît :Azad Yilmaz
Gûîlele,Kontrbass,Mîks û Masterîng:Xebat Aşmî
Ûkûlele,Perkusyon :Azad Yilmaz
Gîtara Akûstîk :Serhat Demir
Gîtara Klasîk : Cîhad Yildiz
Wergera gotinan li Îngilzî û tirkî : Sîdar Jîr,Asrîn Sar
Studîo Veng/Amed
PESNA EVîNÊ
Kî ji ku bê û bi ku ve here
Li bexçeyê te dicive
Kanîya jiyanê evîn
Rûyê kulîlka gêlazê
Ji xeybaneyan dizê
Tova jiyanê evîn
Helbesta kevir û daran
Xêz dibe li diyaran
Şên dike erd û ezman
Hubra yezdan e evîn
Şên dike der û dorê
Sêhra dara hinarê
Ken didize ji biharê
Stêrka giyan e evîn
Rêyeke bi histirî
Bi kêfxweşî xwîn dibe
Hem dikene û hem digirî
Coşa hêsran e evîn
Gefa li rûyê mirinê
Dibe ken û rûdinê
Sor û zer dike dinyayê
Pifa Xwedan e evîn
Gotin û Muzîk : Mem Ararat
PRAISE OF LOVE
Whoever comes and wherever it goes,
Gathers in your garden,
Love is the source of life
Face of cherry flower
Raised from dreams
Love is the seed of life
Poem of stones and woods,
Are drawn on hills
Amuses the earth and sky,
Love is the ink of God
Amuses everywhere,
Magic of pomegranate tree,
Steals smiling from spring,
Love is the star of the soul
A barbed road,
Were becoming bloody enthusiasticly,
Both cries and laughs,
Love is the rage of tear..
Threat on the face of death,
Becomes a smile and sits,
Turns the world yellow and red,
Love is the blowing of God.
Lyric and music :Mem Ararat
Aşka Övgü
Kim nerden gelip nereye giderse
Bahçende toplanır
Yaşam pınarıdır aşk
Kiraz çiçeğinin yüzü
Bir bilinmezden doğar
Yaşamın tohumudur aşk
Ağaçların ve taşların şiiri
Çizilir en yükseklere
Şenlendirir yeri göğü
Tanrının mürekkebidir aşk
Şenlendirir her yeri
Nar ağacının sihri
Bahardan çalmıştır gülümsemesini
Ruhun yıldızıdır aşk
Dikenli bir yol
Seve seve kanayan
Hem ağlayan hem gülümseyen
Gözyaşının coşkusudur aşk
Ölümün yüzündeki tehdit
Durulur, tebessüm oluverir
Dünyayı sarı ve kırmızıya evirir
Tanrının üflemesidir aşk
Söz ve Müzik : Mem Ararat

Комментарии