Feqîrî - Dewlemendî I Gotinên Pêşiyan I Kürtçe Atasözleri 34

preview_player
Показать описание
FEQÎR- DEWLEMENDÎ
1. Kûçik ji zengîna ra dûv dileqîne, ji feqîra ra dirana diçirkîne.
2. Arê zengînan tim germ e.
3. Herçi jar e, li havînê jî sar e.
4. Bila mirov deyndarê dewlemendan be, ne yê teze pêkhatîyan be.
5. Feqîrî kirasekî ji êgir e.
6. Dawet daweta mîran, agir ketiye feqîran.
7. Meriv heye dewletî ye, meriv heye dewlet dîye.
8. Feqîrî, ji mirinê xirabtir e.
9. Betalî û xizanî, mirov dixe her halî.
10. Feqîr çûn xwe daliqînin, dîtin ku dewlemend li ba dibin.
11. Bêrîka feqîran vala ye, dilê wan tije ye.
12. Lê kalîyê lê korîyê; mirin çêtire ji feqîrîyê.
13. Ê li ser xwe meyzêne pepûk e, ê li bin xwe meyzêne milûk e.
14. Xizanî mêran kotî dike.
15. Belengaz çûne diziyê, heyv li wan derketiye.
16. Bêhna feqîrîyê jî bêhna zengînîyê jî hivdeh salan winda nabe.
17. Hevalê bêrîka vala, tune ye.
18. Bêşa maldaran, avêtin ser feqîr û jaran.
19. Kar ket bertîlan, gû ket feqîran.
20. Malê dinê şêrîn e.
21. Çavê maldar û hêzdaran kor e.
22. Çivîk digere li asîmanan, vedinişe li ser garisê xizanan.
23. Malê pir êş û derd e.
24. Merîyê dewletî timî çavteng e.
25. Di xizanîyê de mêş û mîh û mirîşkan xwedî bikin.
26. Malê dinyayê, ji roja reş ra ne.
27. Dibê dewlemendo pîroz be, feqîro te ji ku anî.
28. Yê dewletî, kerem ke malê, yê kesîv bimîne derê malê.
29. Dibê tu çima xizan e, dibê ez nizanim.
30. Ji şensê feqîran re deve rabû reqsê.
31. Çavê însên ji mal têr nabe.
32. Caw dibe kitan dew jî dibe derman(Wexta pere tunebe, bê çarebe qumaş dibe kitan, dew dibe derman)
33. Malê dinê eybveşêr e.
34. Agir berdê bîna kizûr jê nayê.
35. Têlekî jê bikşîne, hezar pîne wê jê bibarin.
36. Çil heravî nikarin rûtekî bişêlînin.
Рекомендации по теме
visit shbcf.ru