Heya - Namûs - Şerm I Gotinên Pêşiyan I Kürtçe Atasözleri 38

preview_player
Показать описание
HEYA-FEDÎ-ŞERM-NAMÛS-LOME
1. Mistek axa kendalan, tasek ava newalan, winda dike hezar eyb û aran.
2. Dev dixwe rû fedî dike.
3. Ar ji kesê nezan re bar e.
4. Mir kerê qazî, her kes çû tazî, qazî bi xwe mir, kesî nekir gazî.
5. Ji navê rabû şermet, winda bû rûmet.
6. Hesp û sîleh, namûs in.
7. Hindik maye bixwînin telqînê, hê çav li riya doxînê.
8. Eyarê bênamûsa fireh e.
9. Çav ji çavan şerm dike, bertîl keviran nerm dike.
10. Av her tiştî paqij dike, hew rûyê reş paqij nake.
11. Lome dibine gome.
12. Ji tirekan re, tirek û du tir yek e.
13. Fedî nema li bûkan, xew nema li biçûkan.
14. Loma meke wê bê serê te.
15. Barê namûsê, barekî giran e.
16. Kenê bêaran, tê ji qulê dîwaran.
17. Mêr û jin, fedî divê.
18. Av her tiştî dişo, lê eyban naşo.
19. Rûyê reş ne hewce tenîyêye.
20. Kum ket, gurîbûn derket.
21. Çar dîwar eyba mirov vedişêre.
22. Bila rûyê meriv biêşe, bila dilê meriv neêşe.
23. Şerm şerefa jina ye.
24. Siwarbûna kerê eybek e, peyabûn jî du eyb e.
25. Qiloçên bênamûsan di cinetê de hilnayê.
26. Serê bênamûs naçe bihuştê.
27. Xwedîyê fisê bi xwe dihesê.
28. Mirov parsûyê xwe yê xwar, nîşanî xelkê nade.
29. Eybê malmezinan xuya nabin.
Рекомендации по теме
join shbcf.ru