Derew - Virr I Gotinên Pêşiyan I Kürtçe Atasözleri 16

preview_player
Показать описание
DEREW-DEREWÇÎN-VIR
1. Ji aş bê, serê wî tev arvan be jî, jê bawer neke.
2. Derewîn dijminê Xwedê ne.
3. Dawiya derewan kuçe çekmezî ye.
4. Go ziyaretê, min gelek caran bi derewan bi te sond xwar. Ziyaretê go min jî gelek caran mal li te xerakiriye, lê tu bi xwe nizanî.
5. Derewîn îfleh nabin.
6. Agir bi mala derewçînan ket, kesî bawer nekir.
7. Dermanê dilan dew e, yê çavan nerm dike xew e, yê li civatê mirov rezîl dike derew e.
8. Bilind nefire tê nizm bikeve.
9. Derew li miriyan dibe, li saxan nabe.
10. Ava Mûradê, li ber derewên wî dicemide.
11. Devê elimî vira, nasekine.
12. Cihê sond lê pir, derew jî lê pir in.
13. Beroşa virrekan bi ava Mûradê jî tijî nabe.
14. Çira derewînan zû vedimire.
15. Dinya fireh e, derew bê pere ye.
16. Gotinên pêşiyan durr in, ne virr in.
17. Yara derewîn carek dixwe firavîn.
18. Şam dûr e, ma mişar jî dûr e?
19. Dilopên gomê, seyên zome, virrên Romê.
20. Pirbêj in, virbêj in.
21. Vir nabe rast, rast jî nabe vir.
22. Tûrê virekan tim bi qul e.
23. Sond pîneya derewan e.
24. Xwezî kesê virek, bikira tirek.
Рекомендации по теме
join shbcf.ru