Botan li ber xwe dide

preview_player
Показать описание
Li Botanê polîtîkayên şer bi taybetî li hemberî jinan tê meşandin. Siyasetmedarên jin ên Botanê bal kişandin ser mîrateya berxwedana jinên Botanê û gotin: "Bi rêxistinbûnê jin dikarin li dijî polîtîkayên şer û her wiha li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê li ber xwe bidin."

Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de şîdeta dewleta mêr roj bi roj zêde dibe û bi vê re sûcên li hember jin û zarokan zêde dibin. Daraza li gorî pergala serdest a mêr biryara digire jî cezayên wek xelat dide gumanbaran û ev jî raste rast şîdet, tacîz, destdirêjî, qetikirina jin û zarokan girantir dike. Berxwedana jinan a li hemberî zîhniyeta qirker a serdest jî bê navber didome. Em ê di beşa xwe ya 3'yem de jî cih bidin polîtîkayên qirkirinê ya li hemberî jinan û bi taybetî jî jinên li Şirnexê dijîn.
.
.
.
#JINNEWS #Jinnewshaber #şirnex
Рекомендации по теме