Ciwan Haco - Diyalog 【Remastered】(Official Audio)

preview_player
Показать описание

LISTEN ON:

DOWNLOAD FROM:

Lyrics: Goran Haco
Music: Ciwan Haco
Recording Norway 1991

Musicians:
Bass :Kjell Arne Jensen
Percussion&Drums : Hanschn Besten
Synt,Keyboard : Trond Inge Olsen
Guitar : Oddvar „Sol“ Solheim
Dobroslide : Arne Skage
Violin :Pete Johansen
Synthesizer &Eymbal : Jens Holm
Saz : Ciwan Haco
Flute & Kaval : Hasse Jorgensen

Lyrics:
Bi sund bi peyman
Ezê nehêlim kuç li ser kuç
Kit jê nahêlim
Ezê bajar bikim
Dojeha li ser rûyê erdê
Da gawir vegerin
Li ser rêya ata yê mezin
Bera êdî Şirnex bêje
Xwezî bi Dêrsim û Geliyê Zîlan
Xwezî bi Helepçe
De lêxin gurên boz lêxin
Kit ji wan nehêlin
Bera zanibin
Cihê şûrê me lê bilind dibe
Tu serî xwe ranakin
Dixindirne newala
Lêxin aslanler lêxin
Mizgîniya mirinê bighînin
Qulpê û xwişamakên wê
Bêjin vaye hat mirina zer
Bera ev çiya û zinar
Nas bikin ez kîme
Ez in neviyê Xanê mezin
Yê Ata û Ismet

Pesnê xwe nede
Xezeba te ji tirsa nava teye
Alem pesnê xwe bi mirovahiyê
Dilovaniyê û zanyariyê dide
Tu bi şûr
Min gelek dîtin bahozên zer
Li vî erdî gelek nîv mirov
Di çavê xwe de fêris
Di nava xwe de newêrek û bêbext
Derbas bûne
Gelek hatine bablîsokên zer
Te behsa xanê mezin
Ata û Ismet kir
Ew hatin û çûn
Lê ez li vir im
Ez li vir im

Li Şirnexê Nisêbînê û li Qulpê ez li virim
Li ber dîwarê birca Amed
Ez li vir im mîn sûrhê me
Li ser sînga te
Mîna dirhê me
Di geweiya te de
Di çavên te de
Bablîsoka ji agirim li vir im
Mîna sûrhê me li ser sînga te
Birçî tazî bider serê xwe natewînim
Sirûda welat dixwînim
Kolanan dadigrim
Bi rê ketiya meşa azadiyê
Zindan min kiriye mala rûmetê
Dibestana şoreşê ez li virim
Bûm dîwarê qalind li ser sînga te
Li vir im
Nobedarê dara gûzê me
Tûya li hewşê
Nobedarê tenûra dayîka şêrîn im
Ez li virim hevîrtirş im
Di legena hevîrê welat de
Ez dipêjin nanê kurdayetiyê
Asabê min ji cemeda kûra agirî

Di dilê min de dojeha sor
Dema ez tîdibim latê diguvêjim
Ax nanê mine eger birçî bim
Lê dîsa li vir im
Bar nakim her li vir im
Sûrha giranim li ser sînga te
Ez bazim û hêlîna min Bagok û Herekole
Ez pêşmerge me egîd im
Dîwarê qalindim li ser bedena te
Bi pirse ji Iskenderê Mezin
Ew ê bêje te
Çend dijware tîra min
Ew ê bêje te çîroka min
Ev çiya carkê rabûne ku hew bitewin

Ez li vir im
Sûrhim li ser sînga te
Li vir im û bang dikim
Birayê xwe li pişta xetê
Li Başûr li barêş
Were ba min ka destê xwe
Pişta te me Sûrha Çîn
Bawer meke gotinê marê zer
Rih dibê bost lê dijmin nabê dost
Paşayî kor mîrê Rewandiz
Mîna Bedirxanê Botan
Na gotin Bakûr Başûr

Dane ber xwe ji Dêrsimê heta bi Mûsil
Gotin emin lawê Mezepotamiya
Em in lawê Kurdistan
Bibhîzin herkes soza min
Li vî xakî min nivîsiya paşeroja xwe
Li vî xakî dinvîsim dîroka roja xwe
Li vî xakî jî ezê binvîsim dahatiya xwe

Illustration: Recep Maraşlı
Artwork: Asli Filiz

©Red Music Digital
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Li yunanîstanê kak Ciwan di mîyolojîyede xwedaye mûzîkeye.
Li nav kurda da kak Ciwan afirandîya mûzîkeye/ (bı nisebînkî law tû çawa hûnermendî tû ferîstahî û pexembere mûzîke serkeftin her bijî/)

rodijehat
Автор

"min gelek dîtin bahozên zer/ li vî erdî gelek nîv-mirov/di çav xwe de fêris"

em li vir in.

Hunerhezz
Автор

pesnê xwe mede
xezeba te ji tirsa nava te ye
alem pesnê xwe bi mirovahiyê,
bi dilovaniyê, bi zanyariyê dide
tu bi şûr!..

wergerrt.
Автор

Her bijî mamoste dest Xosh
ھەر بژی مامۆستا دەست خۆش

sporwerzis
Автор

li vî xakî min nivîsiye paşeroja xwe
û li vî xakî ez dinivîsim dîroka roja xwe
û li vî xakî ez ê binivîsim dahatûya xwe!
dahatûya xwe!..

wergerrt.
Автор

Aw hatın çun le ez lıvırım ez heme
Ez lıvırım naçım lıvırım lıvırım..

herdemazadi
Автор

Pesnê xwe nede
Xezeba te ji tirsa nara teye

mehmetklc
Автор

@RedMusicDigital : ji kerema xwe gotinên we xelet nivîsîne sererast bikin.
Please correct the grammer and the missing words in the lyrics. Such a shame that the offcial post have an insufficient text of lyrics.

shoreshism
visit shbcf.ru