Dayika Şehîd Şiyar Zagros: Erdoxan Ji Cenazê Şehîdên Me Ditirse. #YPJ

preview_player
Показать описание
Dayika Şehîd Şiyar Zagros: Erdoxan ji Şehîdê me netirsiyaba goristana şehîdên me xira nedikir

Her ku diçe bertekên malbatên Şehîdan li hember xirakirina goristana Şehîd Avesta mezin dibe. Dayîka şehîd Şiyar Zagros yek jî, zarokê xwe li goristana Şehîd Avesta Xabûr de veşartiye hêrs û acizbûna xwe li hemberî xira kirina goristana şehîdan ya Şehîd Avesta Xabûr anî ziman û got: “Ger ku Erdoxan û çeteyên xwe ve, ji cenazeyên şehîdên me netirsiyabana şehîdilikên me xira nedikir in.
Dayîka Şehîd Şiyar Zagros di berdewamî axaftina xwe de bal kêşand li ser berxwedana li Efrînê hatiye jiyandin û wiha got: “Kurê min Şehîd Şiyar û hevalên xwe li bajarê Efrînê heta ku şehîd ketin berxwedan. Dewleta mafiya û çeteyan dewleta Tirk êrîşek bê huquq ser me hat. Tu dewlet dengê xwe nekir hîn zêdetir alîkarî dan dewleta dagirker Tirkiyê. Ev êrîş û talankirin nebes bû, niha ji êrîşê goristana me kirin. Çawa dibe kesek dengê xwe ji dagirkera Tirkiyê nakin.
Dayîka şehîd Şiyar Zagros li hemberî êrîşên li ser goristana Şehîdan bi van gotinan berdewam kir; “Li ber çavê hemû cîhanê de suçên şer tê kirin, xirakirina goristanên me têr nekir, derewan jî dike û dibêje PYD û PKK sivilan qetilkiriye û vane avêtine goristana komê. Ew derewa Erdoxane cenazeyên ku li ber nexweşxaneyê hatine veşartin, şehîdên me ne. Erdoxan encax dikare xwe bixapîn e. Min bi xwe bi destê xwe kurê xwe veşart û me merasîm çêkir. Niha jî, dewleta dagirker bi xwe şehîdên me dixe nav goristana komê. Ev ne bê vicdaniye, çi ye? Me dema televîzyonê de temaşe kir û dema me dît cenazeyên zarokên me jî axê derdixînin dilê me bû hezar perçe. Erdoxan bi çeteyên xwe ve Efrîn dagirkir, lê disa jî têra wan nekir. Her ku diçe sucên şer zêdetir li Efrînê tê kirin, Erdoxan hesaba vê yekê bide.”
Dayîka Şehîd Şiyar Zagros di dawiya axatina xwe de got; “Çawa Rêberî me li zindana Îmraliyê li ber xwe dide, emê jî li herderê li ber xwe bidin, ta ku Rêberî me bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Heta ku Rêberî me azad nebe, ewê Efrîn jî rizgar nabe.”
Xwişka Şehîd Şiyar Zagros jî da zanîn ku Erdoxan li Efrînê tu tiştek nehişt. “ Ne zarok û jin naskir ne kal ne jî, pîr naskir. Ne tenê goristana Şehîda Avesta Xabûr, li goristana şehîdan li Metîna û Qazikli jî, xirakir heta kevîrên li ber serê şehîdên me jî dizîn. Niha jî, bi derewekî dixwaze hêzê me reş bike. Lê derewa Erdoxan tu cara nayê bawer kirin. Ez jî wek xwişka şehîd di merasîma biraya xwe de amade bûm, me bi destê xwe şehîdên xwe veşart. Heta ewqas dîmên me hene ku me çawa van goristanan de şehîdên xwe siparin axê. Erdoxan û çeteyên xwe ve çi ji şehîdên me dixwaz e. Em wek malbata şehîd şermezar dikin û Erdoxan wê hesaba vê yekê bide. Xirakirina goristana şehîdan, bê exleqiye û suc e. Çi dibe bila bibe, emê bizivirin bajarê xwe û ev goristanên ku dewleta dagirker yê ku xirakiriye, emê dîsa nû de avabikin. Hêviya me ji bo serkeftinê mezine û em ji hêzên xwe bawer in. Em heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe de bimeşîn ta ku xwestek û xeyelê van bi cih were.”
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Şehîd namıre ronahîya şehîd ronahîya gelane ✌✌✌✌🙏🙏

remezansefin
Автор

Bimire Koleti Bjii Kurdistan
✌💚❤💛✌⚘♥️✌⚘♥️✌💚♥️💛✌
Sehidè Namirin

femezatca
Автор

الله يرحمك ويجعل مثواك الجنه هفال شيار والله زكريات قيبأر برأسي مابتطلع 💔كان شوفير ودوم كنا مع بعض ..اااخخخخخخخ يا دنيا 💔شهيد نامرن 💔✌✌✌

رونيبل
Автор

Shahide namirin . Xode diwana Erdouan dojmona bka Amin . 😭😭🙏🥀🥀

Cr-mrrg
Автор

Tihe suryoye aloho mesele, sahitler ne mire kake, rahmate bedenke,

gulbahar
Автор

Em eisa Dayika parwe dikin
Sehidè Namirin
Sehidè Azadiya gele Bindwesta
Silawu rezem jiboye hemi dayika

Sehidè Namirin we bi gele Azadi xawazera jiyan bikin

femezatca
Автор

berxodan zhyana, shahid nameri nameri nameri

mamostahama
Автор

...Gellé kurmanca! bawer dıkım hun dıbéjın
"eger ku serokeki me hebuya âlım buya (îlmé maddi manevi) Xuda hikmet bıda wiya ( yané aqlé wi vekıra fıkra wi fre kıra ) jı fezla xu selahiyet bıda wiya (yané fesahat, weqar, sanaât, sehavet, heybet) yané hasıli qedr u qıymeté paşatye bıdabuyay.

Ew dem emé bı dıl u can tabı' bıbunay. Bı wi paşay va lı her terefé (ci, ali) bahatabuna naskırıné. Bı navé wi paşay va lı her alya çuyin hatın, kırin frotana me bıbuya ew dem Kürdistan'a me  ava dıbu. Yané lı her terefé dünyay bı hûrmet va dahate qebulkırıné."

Gellé kurmanca! hemmo (gışk) jı xeyala ğefleté hışyarbın.
Ew hewesa nefsé ye yané derbasiye. Brin derman nake.
Qet imkan heye ku hewes u heqiqet bıbne weké hev?

Hemmo topé serhevbıkın ber rıza Xuda çı qiymeta wi heye?

Rebbé xalıq jı mınra musibetki bışine ké dıkare def bıke?

Yanji jı mınra xéreki bışine ké dıkare bıbe mâni?

Ew dem tabı'é Rebbé âleme bıbın.

Ew âlımé rasix evlad-é Resul ehmed-é xané sésıd pénci sal beré kıtaba xu da nıvisye gotye ku :

"Hetta tü dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf
Di dünyaê tü nabî ne meşhûr û ne me’rûf!.."

Disa dıbéje ku ..." teriqa we xanyé we da be. Réya we şeriat be" yâni jı sésıd pénci sal valida ew réyé  xarıç zefé wan bettalın.

Ger tabı'é réya insané xam u xrab bıbın huné ziyané bıbinın.

Lé tabı'é réya insané kamıl u sadıqa bıbın (yané eshaba) Rebbé âleme  selameté we'ed dıke.

qewmiyyetciti prenga lilé ye tu deri star nabın. Çıma ku tel'îna péxember wi kıré ra heye...

Ké dı xrabyida înat u încuzya kırye
Ké ji renaya pakyi ra xebat u xiyret kırye Rebbé érd u âsimana dızane...

Dema lı alyé me (1980) da dest avitne wi kıré;  hafız osman ku heyataxu daye réya heqqyé kıtaba xu da nıvisye dıbéje ku ..." ew münafıqé öcalan kete sıfateki wıssa wehşi ku qet heyvaneki ra misal nay dayin...bı wi kıré wiva yé jé hezdıkın hene. Lı ber wi (öcalan) ji fe'mé wana (herçé jé hezdıkın) tené kebule. Qedr u qıymeté kurmanca nızane. Lé ew ji ba me (âlımé  rasix) meqbul nine... bı hezzara zara étim hiştın kurmanacra xem dane xarın...Herçé zengin pere dıdın lé feqir çıbıkın?...  Ew baré webal  hetta kıyameté lı ser wanaye..."

Rebbé âlemé qur'ané da kerem dıke ku..." Bé şüpe qur-an jı müminara şıfaye, rehmete zalıma ji illa xusrana wana zéde dıke...Ewé bı heşyet va jı Xuda dıtırse  tené dıkari hışyarki. A mızginya cenneté bıde wana...  Kes nıkare Rebbé âleme lı ri érdé âcız béhle. Rebbé âleme her alyéda zengine...Tışteki Rebbé âlemé ku bıxaze bıbe jéra dıbéjé bıbe ewji dıbe jı xudera gıran nine..."...

ibrahimedhemdurmus
Автор

shahid nameri sarbarzi bo mallbata shahidana ypg, ypj, qasada

mamostahama
visit shbcf.ru