REŞÎDÊ BASO - EVDALÊ ZEYNÊ Û ŞÊX SILÊ

preview_player
Показать описание
EVDALÊ ZEYNÊ Û ŞÊX SILÊ
De lê yeman, lê yeman, lê yeman, lê yeman, lê yeman,
De lê yeman Şêx Silê divê Evdal, Şam ji Helebê wêdatir e,
Ji goveka dinê ne nîveka vê dinyayê,
De divê Çiyangê Qeleniyê sorgul sor bûne,
Bextê mi ra xal ketinê,
Ay de divê sorgul sor bûne xal ketinê,
De bira ava Mislehanê bûy navê Xwedê şeş heb be,
Evdalê Zeynikê welatê Entabê hatiye vira rizqê xwe naxwaze Xwedê mêra,
A çima rizqê xwe dixwaze,
Xwedê ji mêra dixwaze Mala Şero vê torinê,
Lê yeman, lê yeman, lê yeman, lê lê yeman.
De lê yeman Evdal divê Şêx Silê,
Herge rast e xebera te ye,
Şam Helebê wêdatir e,
Ji goveka dinê ne nîveka vê dinyayê,
De divê wezê êvar da dikim nakim dengê mi dernayê,
De bira ava Mislehanê bûy navê Xwedê şeş heb be,
Wez ê sibê van çaxa bişînime mala Tarxan dermanekê bînim vexwim tevî çayê,
De wez ê têxime qîrîn fena qulinge qulîngê der biharê,
De bira dengê mi here xelîfe a xelîfê vê Bexdayê,
Lê yeman, lê yeman, lê yeman, welato tu xerab î, soz nemane.
De lê yeman Şêx Silê divê Evdal,
Wezê bala xwe didimê Çiyangê Sîsemarê,
Meyan e dilê mi ra li meyan e,
Ser me ra çem û kanî ne
Binetara me da hatin çûyînê kolaskê van Eceman e,
A de divê hatin çûyînê kolaskê van Eceman e,
De bira ava Mislehanê bûy navê Xwedê şeş heb e,
Par vî çaxî gundê me dewa du lingê xwe avêtiye faytonê,
Were çima devê mi pekiyane cote diran,
Lê yeman, lê yeman, lê yeman, lê lê wey lê.
Were lê yeman Evdal divê Şêx Silê,
Dîdem e, dilê mi ra xweş Dîdem e,
Destê mi qelem e, zarê mi kitêb e, singê mi te ra misheba mala mele,
De bira ava Mislehanê bûy navê Xwedê şeş heb be,
Tu nikarî mi ra, mêjiyê mi ra bêjî welatê Îranê, gundê Kesetnê navê wî Aşiq Kerem e,
Lê yeman, lê yeman, lê yeman, lê lê wey lê.
474
Were lê yeman Şêx Silê divê Evdal,
Bejna te ne kin e ne dirêj e,
Notlanî ta kulîlkê serê geliyê herî xwe ra xwe digîje,
De bira ava Mislehanê bûy navê Xwedê şeş heb be,
Heçî ciyê Evdalê Zeynikê rûnê, bêje bira Şêx Silê tu car û tu car nevêje wez
dengbêj im,
Lê yeman, lê yeman, welato tu xerab î, soz nemane.
A de lê yeman Evdal divê Şêx Silê,
Herge rast e xebera te ye,
Bejna mi ne kin e ne dirêj e,
Notlanî ta kulîlkê serê geliya hêdî hêdî xwe ra wê digîje,
De bira ava Mislehanê bûy navê Xwedê şeş heb be,
Heçî ciyê Evdalê Zeynikê rûnê,
Bêje û bêje wele sê roj û sê şeva çoka xwe daye çoka Şêx Silê,
Xwe ra divê hember pêj divêje,
Lê yeman, lê yeman, lê yeman, lê lê wey lê.
Рекомендации по теме