REŞÎDÊ BASO - XWESUYA MIN

preview_player
Показать описание
XESÛYA MIN
De divê xesûya min nebîne lo bê îman e,
Rojê mi dişîne qirşa, nîvro şûna van gûniyan e,
Lawiko qurba, nîvro şûna van gûniyan e,
Divê kavilê gunda da tê kê ditirsî kê newêrî,
De tu were bişkêne kilîta zer memika loy zirza derî,
Şeve şevê payîzê, roje rojê biharê,
Serê zermemikê mi xwe ra têxe şevê lo şevbihêrî.
Lawiko qurban, gava dinê nava nîvro minê bala xwe dayê,
Sê stêrkê ji ezmanê hatine lo rûerdan e,
De divê yek xela ye, yek mirin e, yek jê hiba nav dilan e,
Were divê yek jî hiba nav dilan e,
Xelay însanê meriv kavilê gunda da pê cara carê ji xwe ra lo didebire,
Hê de divê mirin wisan e wexta meriv kal be, pîr be yanê cihan be,
Bêsihet be dimre diçe ji xwe ra lo distire,
Lawiko qurban, hiba dila wisan e,
Notlanî fîncanekî meriv bide destê xorta,
Qîz û bûkên Cizîra Bota bîne ber ra derbas ke wê xort xwe şaş ke,
Fîncan têdikeve tek lêkeve, bike neke tu carî tu carî lo necebire,
Were hay were, lawiko were, de wer were lo mistemlo.
Рекомендации по теме