KARAPETÊ XAÇO - EVDALÊ ZEYNIKÊ

preview_player
Показать описание
EVDALÊ ZEYNIKÊ
Ax Evdalê Zeynê divê Temo lawo qulîng têyo lo oy oy oy lo diqirîne,
Wele deşt û zozan tev datîne, xwedanî xêra tune,
Milê Evdalê Zeynê bavê Temo siwarê Cindî bigire,
Li welatê şaristana ser dixtora bigerîne,
Belkî dermanê Evdalê Zeynê bavê Temo ay siwarê Cindî dîsa ji xwer bivîne,
Were tew dinyayê ax tew faniyê, ax Temo lawo mirin çêtir e lo ji feqîriyê.
Evdalê Zeynê divê Temo lawo quling têno ji zozana,
Wele berê xwe dane beriya xalî di germiyana,
Divê hêlînê xwe çêkirine li ser darê van kizwana,
Ax tew dinyayê, ax tew faniyê,
Ax Temo lawo mirin çêtir e lo ji feqîriyê.
Ax Evdalê Zeynê divê Temo lawo quling têno, qulingî şeş e,
Wele per û baskê wan bi nexş e,
Kesekî Xwedanê xêra tune bê destê Evdalê Zeynê bavê Temo siwarê Cindî
bigire, Herê bavê ser dixtorê Hebeş e,
Dixtorê Hebeş digo Temo lawo, bavê te ne korî ye ava reş e,
Were tew dinyayê, ax tew faniyê, ax Temo lawo koranî ne tu çek e,
Bira Xwedê milê kurê bava tu car tê ra neke.
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Dengê we yê her dem li guhê me da be, Şakiro, Karapetê Xaço, Kawîs Axa, Aram Tîgran, Sûsika Simo, Eyşe şan, Meyrem Xan, Xana Zazê, Fatima Îsa, Seyadê Şamê û her hûnermendê Kurdan ê ku têkarîya wan bi muzîka Kurdî da heye û weke we bi qîmet û hêja, cihê we hemûyan gul û gulistan be, ji hebûna we û endambûna vî miletê qedîm-esilzade serfiraz im, bi rêz û hez kirin bejna xwe li ber we ditewînim 🍁❤️

cezmi_
Автор

Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike û ciyê wî buhişta rengîn be

tahayusiv
Автор

Rihê mirov jî bı xwe re difirîne dibe ev quling

afifbicim