Koma Cûdî - Bûka Cîhanê

preview_player
Показать описание
#Koma_Cûdî
#Bûka_Cîhanê
#sitranê_kurdî
#كوما_جودي

Sitrana bi navê "Bûka Cîhanê", yek ji berhemên "Koma Cûdî" ya bajarê Dêrika Hemko ye, ev yek ji wan "sitranên kurdî" ye, a ji kasêta bi navê "Şehîdan (Îsmaîl - Emer- Ceger)" ya sala 1991' an e, û yek ji wan berhemên ku hunera kurdî zengîntir dike li "Rojavayê Kurdistan" li gel kom, hunermend û berhemên cuda mîna Koma Agirî, Koma Tolhildan, Koma Botan, Koma zîlan, Koma Serhed, û her wiha komên tevahî Kurdistanê mîna Koma Berxwedan, Koma Amed, Koma Azad, Koma Welat, Koma Sê bira, ên ku bi hev re hunera Kurdî zengîn û rengîn dikin.

Têbînî : Şopdar û bînerên dilovan em dixwazin xalekê ji we re zelal bikin ku me hewldaye nivîsa stranan li gorî dengê ku hatîya gotin binivîsînin ne li gorî helbestê weke helbestvan nivîsî û hin peyv carcaran tên veguhestin ji ber hevok sererast bibe, ji lewre dibe ku di hin gotinan de û li gorî devokên herêmî hin şaşîtiyên rêzimanî derkevin holê an ne li gorî helbesta ku helbestvan nivîsî be, lê em bi fermî dibêjêjin ku em jê ne berpirsyar in.

Koma Cûdî - Bûka Cîhanê
Ev stran ji alboma bi navê Şehîdan (Îsmaîl - Emer- Ceger) a sala 1991'an a ji berhemên koma Cûdî ya bajarê Dêrika Hemko.

Koma Cûdî - Bûka Cîhanê

Bûka cîhanê warê Kurdaye
Her çar aliyên wê bi xemilînin
Gula jiyanê welatê min

Deşt û zozanin mêrg û zevîne
Bax û bustanin rizgar bikin em
Betrol û tav zîv û zêrîn
Tev xêr û bêrin xwarin dijmin

Şewq û pit bûye agirê min
Zemîn aşiq bû rizgariyê
Wê ava bên bajar û gund
Wê derman bibê birîna min

Ji stêrka sor jêr arê gulan
Bûye qîyamet şerê hebûn
Zarok bûn şêr li nav cengê
Keç bûne şêr li milê mêr
………………………………............

Helbest: Nizar Yosif
Awaz: Nizar Yosif
Deng: Nisrîn Temê

Çavkanîya agahdarîyan:
Diljan Cûdî
Ednan bavê Hêco
Seîd Îsmaîl Heybet
Nizar Yosif

Filter û mastrîng: Erdelanê Amûdê
Tîprêzî: Cîhan Osman
Lêveger û redekter: Elî Hacî
Wêne: Dilşad Îsa
Montac: Lawîn Mûsa
Şopandina dawî: Mistefa Hesen
Amadekirina ji bo YouTubê: Şepal Mûsa
Barkirina li ser qenala Youtubê: Raman Orkeş
Amadekarî û Derhênerî: Xemgîn Çîyayî
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Hûn dikarin nerînên xwe bi dil firehî bi me re parve bikin 🙏

HuneraPîroz