Koma Tolhildan - Ceng e Lo

preview_player
Показать описание
#koma_tolhildan
#Ceng_e_Lo
#sitranê_kurdî
#كوما_تولهلدان

Sitrana bi navê "Ceng e Lo", yek ji berhemên "Koma Tolhildan" ya bajarê Hisîça ye, ev yek ji wan "sitranên kurdî" ye, a ji kasêta bi navê "Bûka Cîhanê" ya sala 1997' an e, û yek ji wan berhemên ku hunera kurdî zengîntir dike li "Rojavayê Kurdistan" li gel kom, hunermend û berhemên cuda mîna Koma Agirî Heleb, Koma Agirî Amûdê, Koma Cûdî, Koma Botan, Koma zîlan, Koma Serhed, û her wiha komên tevahî Kurdistanê mîna Koma Berxwedan, Koma Amed, Koma Azad, Koma Welat, Koma Sê bira, ên ku bi hev re hunera Kurdî zengîn û rengîn dikin.

Têbînî: Şopdar û bînerên dilovan em dixwazin xalekê ji we re zelal bikin ku me hewldaye nivîsa stranan li gorî dengê ku hatîya gotin binivîsînin ne li gorî helbestê weke helbestvan nivîsî û hin peyv carcaran tên veguhestin ji ber hevok sererast bibe, ji lewre dibe ku di hin gotinan de û li gorî devokên herêmî hin şaşîtiyên rêzimanî derkevin holê an ne li gorî helbesta ku helbestvan nivîsî be, lê em bi fermî dibêjêjin ku em jê ne berpirsyar in.

Koma Tolhildan - Ceng e Lo
Ji kasêta bi navê (Bûka cîhanê) a sala 1997 'an a ji berhemên koma Tolhildan a bajarê Hisîça.

Koma Tolhildan - Ceng e Lo

Ceng e îro cenge lo
Cenga gelê Kurdistan
Dengê topa tê her ro
Ji bo Kurdê niştîman
Dengê topên azadî
Deşt û çiya hejandî
Şoreşa gel teqandî
Her çar goşê Kurdistan

Ê ku bêje nabînim
Ew ne soz e û dîn e
Ne kor û kin nêrîn e
Ew bêbext e bê goman
ceng e îro ceng e lo
Cenga gelê Kurdistan
Dengê topa her roj
Ji bo Kurdên niştîman
Baweriya me bi gel hebe
Ger xwediyê doza xwe be
Wê serkeftin ya me be
Bijî Kurdê şoreşvan

ceng e îro ceng e lo
Cenga gelê Kurdistan
Dengê topa her roj
Ji bo Kurdê niştîman
Em siwarê rojhilat
Va dîsa dem bo me hat
Her hûn in ceng û xebat
Bo me seyran û dîlan
……………………………………........

Helbest: Ebdulrehman Sêxmûs
Awaz: Rêbaz Tolhildan
Deng: Mehmûd Xelo

Çavkanîya agahdarîyan:
Yûsif Xelîl
Mehmûd Xelo
Ebdûlhekîm Elî bavê Metîn
Ebdûlqadir Ezîz Ferhan

Filter û mastrîng: Erdelanê Amûdê
Tîprêzî: Cîhan Osman
Lêveger û Redekter: Felek Îbrahim
Lêvegera redekterê: Ezîma Hesen
Wêne: Dilşad Îsa
Montac: Lawîn Mûsa
Şopandin û lêvegera dawî: Elî Hacî
Amadekirina ji bo YouTubê: Şepal Mûsa
Barkirina li ser qenala Youtubê: Raman Orkêş
Amadekarî û Derhênerî: Xemgîn Çîyayî
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Hûn dikarin nerînên xwe bi dil firehî bi me re parve bikin 💐🙏

HuneraPîroz