Koma Tolhildan - Partîzan im

preview_player
Показать описание
#koma_tolhildan
#Partîzan_im
#sitranê_kurdî
#كوما_تولهلدان

Sitrana bi navê "Partîzan im", yek ji berhemên "Koma Tolhildan" ya bajarê Hisîça ye, ev yek ji wan "sitranên kurdî" ye, a ji kasêta bi navê "Bûka Cîhanê" ya sala 1997' an e, û yek ji wan berhemên ku hunera kurdî zengîntir dike li "Rojavayê Kurdistan" li gel kom, hunermend û berhemên cuda mîna Koma Agirî Heleb, Koma Agirî Amûdê, Koma Cûdî, Koma Botan, Koma zîlan, Koma Serhed, û her wiha komên tevahî Kurdistanê mîna Koma Berxwedan, Koma Amed, Koma Azad, Koma Welat, Koma Sê bira, ên ku bi hev re hunera Kurdî zengîn û rengîn dikin.

Têbînî 1: Ev sitran cara yekem hatiye gotin di sala 1988' an de, bi dengên hunermendên "Koma Cizre" ya bajarê Hisîça.

Têbînî 2: Şopdar û bînerên dilovan em dixwazin xalekê ji we re zelal bikin ku me hewldaye nivîsa stranan li gorî dengê ku hatîya gotin binivîsînin ne li gorî helbestê weke helbestvan nivîsî û hin peyv carcaran tên veguhestin ji ber hevok sererast bibe, ji lewre dibe ku di hin gotinan de û li gorî devokên herêmî hin şaşîtiyên rêzimanî derkevin holê an ne li gorî helbesta ku helbestvan nivîsî be, lê em bi fermî dibêjêjin ku em jê ne berpirsyar in.

Koma Tolhildan - Partîzan im
Ji kasêta bi navê (Bûka cîhanê) a sala 1997 'an a ji berhemên koma Tolhildan a bajarê Hisîça.

Koma Tolhildan - Partîzan im

Min dayi ser vê rê ji dil
Zanibe partîzan im ez
Ez nabim xulamê kesî
Da zanibin rêzan im ez
Milet şiyar, bi roj û şev
Destan rastî bidin hev
Qîrîn û hawar bên ji dev
Wê çaxê bû rêzan im ez

Îro li bin destê neyar
Gazî û qîrîn û hawar
Tim derketime bendewar
Bê mal û pir xêzan im ez
Baz im Çiya koza min e
Serbestî tim doza min e
Rastî her weha soza min e
Pir Jîrek û pêzan im ez

Gava ez herim li ser çiya
Bigrim li ber dijmin riya
Bikevime axa Mîdiya
Keyxesrew û Barzan im ez
Doza me ye qada Mîdiya
Daxwazî her azadî ye
Ez tenha kê dîye
Rustem û Hurmezan im ez
.................................................

Helbest: Cegerxwîn
Awaz: Rêbaz Tolhildan
Deng: Rêbaz Tolhildan

Çavkanîya agahdarîyan:
Sekvan Gedo

Filter û mastrîng: Erdelanê Amûdê
Tîprêzî: Cîhan Osman
Lêveger û Redekter: Felek Îbrahim
Lêvegera redekterê: Ezîma Hesen
Wêne: Dilşad Îsa
Montac: Lawîn Mûsa
Şopandin û lêvegera dawî: Elî Hacî
Amadekirina ji bo YouTubê: Şepal Mûsa
Barkirina li ser qenala Youtubê: Raman Orkêş
Amadekarî û Derhênerî: Xemgîn Çîyayî
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Hûn dikarin nerînên xwe bi dil firehî bi me re parve bikin 🙏

HuneraPîroz
Автор

Straneke kurdî ya ku qada muzîka netewî berfirehtir dike ji bo pêşxistina berxwedana kurdan

sagvangaddo
Автор

Bi temamiye albuma buka Cihane dixwazim heval, spas ji bo ked û parvekirina te, her bijn🟩☀️🟥✌️✌️✌️🫶

welateroje