Koma Cûdî - Ava Mezin (Pêşgotin + Mewal +Sitran)

preview_player
Показать описание
#Koma_Cûdî
#Ava_Mezin
#sitranê_kurdî
#كوما_جودي

Sitrana bi navê "Ava Mezin", yek ji berhemên "Koma Cûdî" ya bajarê Dêrika Hemko ye, ev yek ji wan "sitranên kurdî" ye, a ji kasêta bi navê "Ava Mezin" ya sala 1990' an e, û yek ji wan berhemên ku hunera kurdî zengîntir dike li "Rojavayê Kurdistan" li gel kom, hunermend û berhemên cuda mîna Koma Agirî, Koma Tolhildan, Koma Botan, Koma zîlan, Koma Serhed, û her wiha komên tevahî Kurdistanê mîna Koma Berxwedan, Koma Amed, Koma Azad, Koma Welat, Koma Sê bira, ên ku bi hev re hunera Kurdî zengîn û rengîn dikin.

Têbînî : Şopdar û bînerên dilovan em dixwazin xalekê ji we re zelal bikin ku me hewldaye nivîsa stranan li gorî dengê ku hatîya gotin binivîsînin ne li gorî helbestê weke helbestvan nivîsî û hin peyv carcaran tên veguhestin ji ber hevok sererast bibe, ji lewre dibe ku di hin gotinan de û li gorî devokên herêmî hin şaşîtiyên rêzimanî derkevin holê an ne li gorî helbesta ku helbestvan nivîsî be, lê em bi fermî dibêjêjin ku em jê ne berpirsyar in.

Koma Cûdî - Ava Mezin
Ev stran ji alboma Ava Mezin a sala 1990'an a ji berhemên koma Cûdî ya bajarê Dêrika Hemko ye

Koma Cûdî - Ava Mezin

Pêşgotin:
Mihyedîn Ehmed Zinar Zozan oxir bê ji we re.
Bîr û baweriya me bi we xurt dibê.
Hevalên rêber, hevalên hêja,
Ew oxira we xwe têde dayî, bûye armanca çi kesê perwer.
Îro miletê Kurd, ronak rewanî hilbijartî dide û bang dikê û dibêjê:
Zindana Amed çiqas tu asê yî, em ji te asêtirin.
Çiyayê Gabar çiqas tu bilind î, em ji te bilindtirin.
Çiyayê Bagok çiqas tu bi kîn î, em ji te bi nifretirin.
Ava Hêzil çiqas tu bi lez î, em ji te bi leztirin.
Çiyayê Cûdî çiqas tu tî yî, em ê te avbidin bi xwîna xwe.
Cizîra Botan çiqas te xelat diviê, canê me tev ji te re xelat e.
Ava Tîr hey Ava Mezin çiqas te reng divê, xwîna hevalê Mihyedîn, Ehmed, Zinar û Zozan ji te re rengîn e û çiqas tu xurt bî em ji te xurtirin.
Xwîna şehîdên me wê bibê ronahî, li deşt û gelî û çiyan li pêşiya milet ronahî bikê.
Şehîdên me wê bibin xetîr e, li serê çiyayên Kurdistanê birûsk û tîrêjan bidê her çar hêlên Kurdistanê Û wê bidê tevayî cîhanê.

Ava Mezin Ava Mezin
Ava Mezin tu bi xwîn e
Ava Mezin kul û kîn e
Dilbirîn ê kaniya jîn ê
Ava Mezin Ava Mezin

Min dî îro Ava Mezin sor bi xwîn e
Min dî îro Ava Mezin kul û kîn e
Min dî îro Zinar şehîd e
Min dî îro Ehmed şehîd e

Negirî Dêrika rengîn
Warê heval Mihyedîn
Du bûne stêr yek bû mang e

Ava Mezin ka bêje min Ava Mezin
Li pêş te bû şer û ceng e Ava Mezin
Ava mezin kaniya jîn e
Ava te bû sor bi xwîn e

Mihyedîn Ehmed Zinar
Rih û can kirne diyar
Rijandin xwîna zelal
Sor kirin deşt û newal

Ava Mezin pêlepêl ji çiyan diherîn e
Bê sekin û bê tebat herdem axîn e
Ava Mezin dilbirîn e
Ser xwe danî reş û şîn e

Soz li me xwîn nebe sar
Heyfê rakin bi hezar car
Sonda me bi navê şehîd
Geş bikin agirê Botan
………………………………………..

Nivîs û xwendina pêşgotina stranê: Sebîh Ehmed
Helbest: Ciwanê Dêrikê
Awaz: Ednan bavê Hêco
Deng: Nûhat hecî Diyab

Çavkaniya agahdariyan:
Ciwanê Dêrikê
Diljan Cûdî
Ednan bavê Hêco
Seîd Ismaîl Heybet

Filter û mastrîng: Erdelan Amûdê
Nivîsa Helbestê: Cîhan Osman
Lêveger û redekter: Elî Hacî
Wêne: Behaa Mehmûd
Montac: Ehmed Reşîd
Şopandina dawî: Mistefa Hesen
Amadekirina ji bo YouTubê: Şepal Mûsa
Barkirina li ser qenala Youtubê: Raman Orkeş
Amadekarî û Derhênerî: Xemgîn Çiyayî
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Hûn dikarin nerînên xwe bi dil firehî bi me re parve bikin 🙏

HuneraPîroz
join shbcf.ru