Koma Cûdî - Narevim (Pêşgotin + Sitran)

preview_player
Показать описание
#Koma_Cûdî
#Narevim
#sitranê_kurdî
#كوما_جودي

Sitrana bi navê "Narevim", yek ji berhemên "Koma Cûdî" ya bajarê Dêrika Hemko ye, ev yek ji wan "sitranên kurdî" ye, a ji kasêta bi navê "Ava Mezin" ya sala 1990' an e, û yek ji wan berhemên ku hunera kurdî zengîntir dike li "Rojavayê Kurdistan" li gel kom, hunermend û berhemên cuda mîna Koma Agirî, Koma Tolhildan, Koma Botan, Koma zîlan, Koma Serhed, û her wiha komên tevahî Kurdistanê mîna Koma Berxwedan, Koma Amed, Koma Azad, Koma Welat, Koma Sê bira, ên ku bi hev re hunera Kurdî zengîn û rengîn dikin.

Têbînî : Şopdar û bînerên dilovan em dixwazin xalekê ji we re zelal bikin ku me hewldaye nivîsa stranan li gorî dengê ku hatîya gotin binivîsînin ne li gorî helbestê weke helbestvan nivîsî û hin peyv carcaran tên veguhestin ji ber hevok sererast bibe, ji lewre dibe ku di hin gotinan de û li gorî devokên herêmî hin şaşîtiyên rêzimanî derkevin holê an ne li gorî helbesta ku helbestvan nivîsî be, lê em bi fermî dibêjêjin ku em jê ne berpirsyar in.

Koma Cûdî - Narevim
Ev stran ji alboma Ava Mezin ya sala 1990'an a ji berhemên koma Cûdî ya bajarê Dêrika Hemko ye

Koma Cûdî - Narevim

Pêşgotin:
Narevin natirsin xortên Kurdistan
Ji her çar hêlan dipirsin xortên Kurdistan
Mêrxas û lehing in xortên Kurdistan
Li armanca serxwebûn û azadiyê dipirsin xortên Kurdistan

Narevim wez narevim
Ta roja dawî da bikim xebat
Ta ku nemînê di can de lebat
Bimînim xweşnas bimînim gernas

Ev can û ev dil gorî Kurdistan
Xwîna mina sor wek ava volqan
Ta bikim rizgar xaka Kurdistan

Kurdên birîndar birçî û tazî
Ta bikim xebat tim qîr û gazî
Jînê bikim geş xebat û şoreş

Narevim wez na revim
Narevim wez na revim
………………………………………………………………

Helbest: Şehîd Zerdeşt Ismaîl Heybet
Awaz: Ednan bavê Hêco
Gotin: Bêkes Xelîl

Çavkaniya agahdariyan:
Ciwanê Dêrikê
Diljan Cûdî
Ednan bavê Hêco
Seîd Ismaîl Heybet

Filter û mastrîng: Erdelan Amûdê
Tîprêzî: Cîhan Osman
Lêveger û redekter: Elî Hacî
Wêne: Behaa Mehmûd
Montac: Ehmed Reşîd
Şopandina dawî: Mistefa Hesen
Amadekirina ji bo YouTubê: Şepal Mûsa
Barkirina li ser qenala Youtubê: Raman Orkeş
Amadekarî û Derhênerî: Xemgîn Çiyayî
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Hûn dikarin nerînên xwe bi dil firehî bi me re parve bikin 🙏

HuneraPîroz
welcome to shbcf.ru