Gulbahar Kavcu - Dil Ji min Bir|Albûm Sebeb - 2013

preview_player
Показать описание
Helbest: Melayê Cizîrî (Mela Ehmedê Cizîrî)
Muzîk: Gulbahar Kavcu
Aranjör: Harûn Elkî
Çavkani: Melayê Cizîrî Dîwan - Osman Tunç (Çapên Nûbihar)
Melayê Cizîrî Dîwan - Emin Narozî (Çapên Avesta)
Ziman: Kurdî (Kurmancî)

Dil Ji Min Bir

Şox û şengê zuhrerengê dil ji min bir dil ji min
Awirên heybetpilingê dil ji min bir dil ji min

Wê şepalê miskixalê dêmdurê gerdenşemalê
Cebheta biskan sema lê dil ji min bir dil ji min

Zulf û xalan nûn û dalan wan ji min dil bir bi talan
Goşeê qewsê hîlalan dil ji min bir dil ji min

Dêmnedîrê bo’ebîrê xemrî û gîs û herîrê
Sîne kir amancê tîrê dil ji min bir dil ji min

Surşîrînê nazenînê kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê dil ji min bir dil ji min

Fetl û taban da xuraban ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence’w kulaban dil ji min bir dil ji min

Xweşxermê ez xulamê nazikê şîrînkelamê
Tûtîya eywan meqamê dil ji min bir dil ji min

Rohnîya çahvên Melayî ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî dil ji min bir dil ji min

She Stole My Heart

That tempting, Venus-colored darling grabbed my heart and stole it
Her tiger-solemned eyes grabbed my heart and stole it

Pearl faced, bright-necked darling; her musk smelling moles
And dancing bangs grabbed my heart and stole it

Her moles with nun and dal- like ear locks* plundered my heart and stole it
Every edge of her bow-like eyebrows grabbed my heart and stole it

Divine lighted- faced, amber scented darling of braided silky hair with crimson bangs
Aimed her arrows at my heart, grabbed and stole it

Charming and sweet coquette doesn’t believe that she killed me
With her love hook, that grabbed my heart and stole it

Her knotted black bangs and her eyes like lads
Aimed their claws at me, grabbed my heart and stole it

Coy and sweet worded kind belle to whom I am to serve,
At the sultan’s parrot saloon, grabbed my heart and stole it

The divine light in Mela’s eyes are the opus of your fate
The one who stole Ahmed’s heart, grabbed my heart and stole it
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

zhre rengi zor shuchu shngi Gulbahari xanem gyan

roj
visit shbcf.ru