filmov
tv
Ji Şanoyên Radyoya Êrîvanê: Ker û Kulik

Показать описание
Ev lîstik di sala 1979, 1980 û 1988 an de tê lîstin. Di sala 1979an de “Ker û Kulik” a Suren Gînosyan, bi wergera Heciyê Cindî û bi derhêneriya Rizganê Emo ve li Elegezê tê pêşandan. Heman şano di sala 1980yan de li Tiblîsê jî tê lîstin.
Di sala 1979an de li Elegezê, di sala 1980an de li Gurcistanê û di sala 1988an de jî li Kazakîstanê tê lîstin. 1988- “Ker û Kulik” a Suren Gînosyan, bi wergera Heciyê Cindî û bi derhêneriya Rizganê Emo ve li Kazakîstanê tê pêşandan.
Rizganê Emo di hevpeyvîna xwe da behsa lîstikê dike û ew destnîşan dike ku hê jî teksta lîstikê ku hatiye lîstin, li ber destê wî ye.
Gelek belge, li cem min in. Min hin ji wan da Alîxanê Memê, gelek şiklên min birin lê şûnde neanî… Ev şiklê(Wêne) Lenîn e, di spasnameyê de, camêran qedrê me digirtin. Hemû afîşên me dewletê hazir dikir, şikilkêşe me yê “Kerr û kulîk” jî kurd bû. Teksta şanoyê li cem min e, hê weke destnivîsar e, hemû şikil li cem Çîço ye û gelek şikil jî li cem wî heye (Emo, 2015).
Şanoya ku wî derhêneriya wê kiriye û tê de lîstiye bi navê “Kerr û Kulik” e. Bi vê şanoyê re xwe digihîne bi deh hezaran temaşevanên Kurd û yên din. Li tevahiya Sovyetê şanoya Kurdî bi “Kerr û Kulik” deng vedide. Beşdarî gelek festîvalên welatên sovyetê ku taybetî kurd lê hebûn, mîna; Moskowa, Kazakîstan, Gurcîstan, Azerbeycan û li Ermenîstanê gelek pêşandeyên şanoyên wî çê dibin (Emo, 2015).
Wan salan nivîskar û şanonivîsên ermenî li ser hîmê zargotin û jîyana kurda gelek şano ji bo wê tîatroyê nivîsin S. Gênosyan- Ker û Kulik (Boyik, 2004, r.16).
Wan salan nivîskar û şanogerên Ermenî li ser hîmê zargotin û jîyana Kurdan gelek şano ji têatroya cîwan ra hazir kirin. Yek ji wan ev e: " Ker û Kulik " (S. Gênosyan) (Boyik, 2004, r.107).
Têatroya Elegezê bû bîranîneke xweş û di nav gelê wê heremê da ma. Tê bîra min, (wî çaxî êdî zû da têatro hatibû dadan ) dema navê têatroyê didan, temaşevanan bi carekê ra "Ker û Kulik" ji bîr dianîn. Ev şanoyan usa kûr ketibûn li nav ruhê temaşevanan, ku nedhatin ji bîr kirin (Boyik, 2004, r.109).
Di 1937an de li gundê Elegezê Şanoya Dewletê ya Elegezê tê vekirin. Lîstikvanên ewil ji nav keç û xortên wê herêmê tên bijartin. Kar û barên şanoyê ji aliyê dewletê ve tê fînansekirin û şanogerên ermenî ciwanên kurd perwerde dikin. Nivîskar û şanonivîsên ermenî li ser hîmên zargotin û jiyana kurdan gelek şanoyan dinivîsin. Ker û Kulik yên S. Gensoyanî. Ev şano di 1947an de tê girtin lê dîsa jî di demeke kin de nêzikî 30 pîyesan ve çandeke mezin ava dike û kadroyên baş perwerde dike ji bo dahatûye (Çoban, 2021, r.7)
Wan sala karê çand û kûltûriyê hate rawestandin, lê hema sala 1937’a li gundê Elegezê (nehya Elegezê) tîatroya kurdaye dewletê hate damezirandin. Tîatro jî li ciyê vala çêbû, ne şanoyê miletiyêye pirî –hindikî hêja, ne jî şanoger û şanovan hebûn. Aktiyorê tîatroyê yê ewlin ji nav xort û keçên gundên kurdaye nehiya Elegezê hatin bijartin. Kar û barê tîatroyê aliyê dewletê da dihat fînanskirin. Lîstikvana maş distendin. Alîkariya mezin şanoger û pêşekzanên ermenîya, yê here bi nav-deng dane civaka tîatroyê gênc. Wan salan nivîskar û şanonivîsên Ermenî li ser hîmê zargotin û jiyana gelê Kurd gelek şano ji bo wê tîatroyê nivîsin: Ker û Kulik. Tîatroyê gelek şanoyên kilasikên edebiyeta ermeniya, gurca, azeriya, rûsa derxistin li ser dîka xwe. (Boyîk, 2012, r.16)
*Ev qeyd ji arşîva Elîxan Loranî hatiye wergirtin.