filmov
tv
Akedemiya şehîd Sozdar Dêrîk dibistana şehîd Tekoşîn Rizgar vekir

Показать описание
Li herêma Cizîrê akedemiya yekîneyên parastina jin YPJ’ê ya bi navê şehîd Sozdar Dêrîk, dibistana şehîd Tekoşîn Rizgar, dewreya şehîd Jiyan ya ku ji pêkhatiya şervanên Kurd û Ereb pêk tê vekir.
Dibistana şehîd Tekoşîn Rizgar, dewreya şehîd Jiyan
li Qantona Hesekê bi beşdariya dehan şervan û fermandarên YPJ’ê, bi merasîmeke leşkerî hate vekirin. Di merasîmê de ji fermandara yekîneya parastina jinê YPJ’ê Sozê Qamişlo Axivî. Fermandar Sozê vekirina akedemiyê li şervanan, şehîdan û Rêber Apo, pîroz kir û wiha behsa girîngiya perwerdeyê kir: “Di demeke wiha de dest pêkirina akedemiya şehîd Tekoşîn, di serî de ji bo we şagirtên akedemiyê û ji bo me hemûyan wateyeke xwe ya mezin heye. Em çiqas xwe perwerde bikin em ê ewqasî rast tevlî erkên demê bibin. Xeteriya li ser gelê me û li ser destkeftiyên me bi dawî nebûne. Di serî de li ser zanebûna nasnameya jin, li ser sekin û pisportiya leşkerî pêwîstiya me ya xwe kurbûnê heye. Wê ev perwerde bibe wesîle lêhûrbûneke kûr li ser vê bingehî were avakirin. Em bi vê hêvî û baweriyê ji niha de serkeftinê dixwezin.”
Piştî merasim bi dawî bû, şervanên sonda ku hatibû amadekirin xwendin û bi gerandina govendê dawî li merasîmê anîn.
Navenda Ragihandina# YPJ