filmov
tv
DEWREYEKE DİN A ŞERVANÊN NÛ Bİ DAWÎ BÛ

Показать описание
Akademiya şehîd Bêrîvan a şervanê nû dewreya ku beriya 45 rojan dest pê kiribû bi merasîmeke leşkerî û soz dayîna şervanan, hate bi dawî kirin.
Fermandara YPJ'ê ya herêma Cizîrê Rojda Efrîn beşdarî merasîma bi dawî kirina dewreyê bû û bi van gotinan bi dawîkirina dewreya perwerdê li şervanan pîroz kir; "Di serî de em bi dawî kirina vê dewreyê li we tevahî şervanan, li hemû jinan û gelê xwe pîroz dikin. We 45 rojan perwerde dît, hem di warê siyasî, îdeolojîk, hem jî di warê leşkerî de. Em bawerin ku wê tevlêbûna her hevalekê bibe bersiveke herî xurt ji gef û tehdîdên hêzên dagirker re. Ger her jinek xwe zana dike, zêdetir tirs û xof dikeve dilê neyar. Ji ber wê xwe naskirin, xwe zana û bi rêxistin kirin ji bo me ji av û hewayê girîngtire. Em bawerin wê her hevalek bi vê zanebûnê berê xwe bide qadên tekoşîn û cengê. Li ser vê bingehê em ji tevahî hevalan re serkeftinê dixwazin"
Şervanên YPJ'ê yên bi navê Demsal Şahîn û Tîjda Havîn ku cihê xwe di dewrê de girtine hestên xwe bi me re parve kirin û anîn ziman ku ewê heya dawî ji bo azadiya jinê, azadiya gelê bindest û ji bo parastina welatê xwe, bê rawestîn tekoşîna xwe bidomînin.
Girtina dewreya perwerdeyê bi govenda Şervanan re bi bawî bû.
Navenda Ragihandina YPJ
25 Sibat 2020