filmov
tv
Koma Cûdî - Heval Dijwar (Pêşgotin + Sitran)

Показать описание
#Koma_Cûdî
#Heval_Dijwar
#sitranê_kurdî
#كوما_جودي
Sitrana bi navê "Heval Dijwar", yek ji berhemên "Koma Cûdî" ya bajarê Dêrika Hemko ye, ev yek ji wan "sitranên kurdî" ye, a ji kasêta bi navê "Ava Mezin" ya sala 1990' an e, û yek ji wan berhemên ku hunera kurdî zengîntir dike li "Rojavayê Kurdistan" li gel kom, hunermend û berhemên cuda mîna Koma Agirî, Koma Tolhildan, Koma Botan, Koma zîlan, Koma Serhed, û her wiha komên tevahî Kurdistanê mîna Koma Berxwedan, Koma Amed, Koma Azad, Koma Welat, Koma Sê bira, ên ku bi hev re hunera Kurdî zengîn û rengîn dikin.
Têbînî : Şopdar û bînerên dilovan em dixwazin xalekê ji we re zelal bikin ku me hewldaye nivîsa stranan li gorî dengê ku hatîya gotin binivîsînin ne li gorî helbestê weke helbestvan nivîsî û hin peyv carcaran tên veguhestin ji ber hevok sererast bibe, ji lewre dibe ku di hin gotinan de û li gorî devokên herêmî hin şaşîtiyên rêzimanî derkevin holê an ne li gorî helbesta ku helbestvan nivîsî be, lê em bi fermî dibêjêjin ku em jê ne berpirsyar in.
Koma Cûdî - Heval Dijwar
Ev stran ji alboma Ava Mezin a sala 1990'an a ji berhemên koma Cûdî ya bajarê Dêrika Hemko ye
Koma Cûdî - Heval Dijwar
Pêşgotin:
Dijwar û Xelîl û Xeyrî şehîd ketin namirin
Xaka Kurdistan şûştin ji gemar
Namirê Xelîl bimrê sitemkar
Namirê Xeyrî bimrê kedxwar
Namirê Dijwar hevalê hozan
Bijî serxwebûn bimrê koledar
Hey heval Dijwar dengbêj û hozan
Pilingê başûr zana û rêzan
Dengê tembûra te di nav malan
Xweş dikir dilê piçûk û kalan
Ax hozanê gel heval Dijwar
Ji bo Azadî te dikir hawar
Te dicivand tev dost û heval
Bi dengê xwe yê xweş hozanê delal
Bûye partîzan bûye tekoşer
Te xebat dikir her cî û her der
ji bo xelasiya Kurd û Kurdistan
Bin zilm û zora sitema giran
2'yê Mijdarê qesroka gelî
Fîşek dibarin wek toz û xwelî
Ji devê firok, top û tifingan
Bi ser Dijwar û wan 6 lehingan
Di qada cengê de tu bûyî xweşmêr
Li dijî mirinê tu bûyî wek şêr
Berxwedana te wê tiris da neyar
Paş ve direvin ser zik wek mar
Şervanê başûr li wir bûye şehîd
Wek Cewdet, Rênas û Egîd
Ji bo Azadiyê ji bo rizgariyê
Dijî koletiyê dijî kedxwariyê
Hevalên te ne em tev de Dijwar
Tekoşîna te em ji bîr nakin
Doz û tola te em winda nakin
Berxwedana te kete dîrokê de
Ya dijî dijmin ya di Cûdî de
……………………………………..
Helbest: Diljan Cûdî
Awaz: Şehîd Emîn Sofî
Deng: Kerîma Sofî
Çavkaniya agahdariyan:
Diljan Cûdî
Ednan bavê Hêco
Seîd Ismaîl Heybet
Filter û mastrîng: Erdelan Amûdê
Tîprêzî: Cîhan Osman
Lêveger û redekter: Elî Hacî
Wêne: Behaa Mehmûd
Montac: Ehmed Reşîd
Şopandina dawî: Mistefa Hesen
Amadekirina ji bo YouTubê: Şepal Mûsa
Barkirina li ser qenala Youtubê: Raman Orkeş
Amadekarî û Derhênerî: Xemgîn Çiyayî

Комментарии