Dengbêj Şakiro - Şerê Tarxan #dengbêj #şakiro #dengbêjşakiro

preview_player
Показать описание

Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Rehma xwede li tebe, tö denge kurd u KURDISTANi

emir
Автор

Şerê Tarxan - gotin
Li Çiyayê Qeleniyê Sîpandaxe bişewite bi wa bi dar e taxima destê Apê Zezo Kekê Cemîlê kîraza welatî jêr e
keko îmama serî karîbar e
bira lênexista sura sibê bîna bayê Qeleniyê ji xwe ra bakî sar e bêxwediya bêşliyê ji êvar da di destê kekê mi da zarezar e Zezo digo Cemîlê lê dayê deng li kekê mi neke eskerê kekê mi tune eskerê Şahê Ecem hezar e
îro ji êvar da bi ser serê kekê mi da hatiye xware deng li kekê mi neke ji xewa şîrîn tu rameke
tirsim kekê mi bikujin me derbas ke nava gawirê Bûlxar e eskerê kekê mi tune pê nikare lo lo
lo lo lo lo lo lo lo lo...
lo Mîrpenco birao
Hey lê dayê rebenê berfekî li me barî
li çiyayê Qeleniyê Sîpandax e spî dike fenanê hêk e
Tarxan bi sê denga bang dikirî go Têmûrxan" lo bira tu rabe
orta min û Şahê Ecem xirab e keskî xwedanxêr tune ku ji ba xwe da çêke
heyfa kekê te nayê li tu heyfê heyfa mi tê li wê heyfê
bêxwediya bêşliyê di destê kekê te da telam daye
Şahê Ecem merivekî bênamûs e
tirsim çolix û çocixê me derbasê îçeriyê ke
wele serê me herdu bira kozikê da jêke lo lo
lo lo lo lo lo lo... lo Mîrpenco birao
Zezo digo Cemîlê lê dayê wele kekê mi xweşmêr e xweş axa ye
qarişê Şahê Ecem yarim dewlet e
wey la lê nemayê yarim şah e
çawa li topraxa vî kafirî bê piştmêrî bê bira ye
heyfa mi nayê bi kuştina kekê mi gulîbirê heyfa mi tê li wê heyfê tu bala xwe bidê bi dizgîna Gogerçîn girtin
berê wê dane Kela Makûyê Sera Mexîna" îro ji êvar da kirin yextirme ye
bi limêja sibê ra dişandin ser nalbenda ye lo lo lo lo lo lo lo lo...
lo Mîrpenco birao.

yaserdural
visit shbcf.ru