Mem ARARAT - Keç Keçikê (Kurdish Folk Song)

preview_player
Показать описание
KEÇ KEÇİKÊ

Keç keçikê keçikê lê lêy li min lo loy li te
Keç keçikê keçikê dayik li min bavok li te

Dil xwarî tev gurçikê lê lêy li min lo loy li te
Dil xwarî tev gurçikê dayik li min bavok li te
Keç keçika ser bîrê lê lêy li min lo loy li te
Keç keçika ser bîrê dayik li min bavok li te
Av kişandin bi zincîrê lê lêy li min lo loy li te
Av kişandin bi zincîrê dayik li min bavok li te
Zincîr qetya ket bîrê lê lêy li min lo loy li te
Zincîr qetya ket bîrê dayik li min bavok li te

Keç keçika milî ye,mal cînara Milî ye lê lêy li min lo loy li te
Keç keçika milî ye,mal cînara Milî dayik li min bavok li te
Gustîl tenge li tilî yê lê lêy li min lo loy li te
Gustîl tenge li tilî yê dayik li min bavok li te
Keç keçika Brûkî lê lêy li min lo loy li te
Mal cînara Brûkî dayik li min bavok li te
Tu li kembera çirûkî lê lêy li min lo loy li te
Tu li kembera çirûkî dayik li min bavok li te

Keç keçika Soxazê lê lêy li min lo loy li te
Mal cînara Soxazê dayik li min bavok li te
Dest hine gerden qazê,radimîsûm gerdem qazê lê lêy li min lo loy li te
Dest hine gerden qazê,radimîsûm gerdem qazê dayik li min bavok li te
Bi şev bi roj ranazêm lê lêy li min lo loy li te
Bi şev bi roj ranazêm dayik li min bavok li te

Keç keçikê keçikê lê lêy li min lo loy li te
Keç keçikê keçikê dayik li min bavok li te

Gotin û Muzîk : Gelerî
Herêm : Serhed,Bakur

Cûra,Bass,Edit,Recording: Mesût Yucel
Bilûr,Zirne,Vokal : Yasîn Turk
Mix and Mastering: Nîhad Jemsher
Tembûr,Vokal,Aranje : Mem Ararat
My Studi/Qoser

Dostên delal strana me ya vê hefteyê strana 'Keç Keçikê' ye.Keç Keçikê stranek gelerî ya herêma Serhedê ye. Bi wê hêviyê me ev stran bextewariyê bide hemû dost û guhdaran. Di pêvajoya berhevkirin û tomar kirina vê stranê de me alîkarî ji gelek dost û hevalan stend. Ez spasdarê hemûya me. Bêgûman bi saya keda wan ev stran gihîşt vê astê. Herweha di serî de,Nîhad Jemsher,Mesût Yucel,Yasîn Turk,Roza Serhad,Robîn Arslan ji hemû kedkarê vê albumê re spas dikim. Her şad û bextewar bin gelî dost û guhdaran.

Mem

Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Ev stran stranek gelek kewnareye xwedî ye dîroka çand û hûnera kurdî ye mamoste te jî ew stran gelek gelek xweş haniye ziman deng û dîle te saxbe dubare dibejim tu pêxemberê strana yî stranên te her gotineke wan strana ji bo min wek ayetekê ye 🌼🌼🌼🌼👏🏼👏🏼👏🏼👏🏼👏🏼👏🏼 Tû her hebî mamoste ✌🏼✌🏼✌🏼

KadirKaya
Автор

Bu sesi Silivri’nin zindanında bir radyodan duyduğumda bütün gün mutlu dolanıp durmuştum.

metinografia
Автор

Sesin, kadim Mezopotamya topraklarında yeşeren bir çiçek tohumu 🌺

dindara.a
Автор

Xwezî her hefte stranê nû derxısta te mamoste ♥️, bı meraq hewya stranê tenı

cankaratas
Автор

Nuşteyê MEM ARARAT bivîna bes o.. goştarî kilam nêka zî kêfweş bena

xemrevin
Автор

Mutfagi evi temizlerken bu sarkiyi çalıyorum artik muzigin heyecanindan işlerim hemen bitiyor yüreğine sağlık mem ❤

yusracoskun
Автор

Deng û dilê te sax bin. Ser xêrê be, serkeftin ji te û berdewamiya hûnera te re kekê.

gulistan
Автор

Denge te saxbe mamoste klamen aliye Qers’e ye . Klamen Dawetaye her biji ji tera 👍👍

israfilkoselioren
Автор

Te çi anî serê me.. Êdî roj bi roj em li benda strana te di mînin 😁
Dîsa te helandiye deng û dilê te saxbe

Автор

Bazıları Kürtçe şarkılarla şan şöhret kazanıp Türkçe söylemeye başlar. Bazılarıda canı gönülden Kürt kültürünü unutmadan şarkılar yapar. Ağzına yüreğine sağlık mamoste.

serhankaynakc
Автор

Seet xueş biraye eziz u delal ji İtalya 🇮🇹heta velat selav u rez, 👏✌️✌️

hamdiye
Автор

Mem sen şu şarkıyla bizim başımıza ne getirtin her saat şu şarkıya dinlerirk
Ben afşin irandan

afshnhajzadeh
Автор

Deng u awaze te xweş mamosteye heja 👏👏👏 çı qas xweşıke 🥰🥰🥰 de disa dıleme xweş kır tu her hebi mamosteye dıla ❤️❤️❤️

hicrankurt
Автор

Mem hebuna tê em şanazin tû her hebi keko🌺

hezapenus
Автор

Tu mamoste ya muzîka kurdî yî kekê can. Vê dema xrapta te quhên me dengê tirsikçîya parast her hebi û her bijî. Mamoste lê birneke jî tu her roja yekşemê edî mera deîndarî hevce dike kû her davîya heftê roja betlanê mera muzikê nû çêbikî em naxwazin ger û keyfê em dixwazîn muzîkên mem ararat🤗

Arme
Автор

Bi uyanıyorsun mem Ararat en güzel stranı paylaşmış, herhebı mem

cenap
Автор

stranê ki gelek xweş ê û brêz Mem Ararat ji gelekî xweş dibêje 😊 Çandê me yê hebûna me yê, tû her hebî brêz Mem Ararat 👏👏👏

ozankeskin
Автор

Silav li mamoste û şîroveyên Kurdî. Saeta we xwêş, ez cergê hewe bixwim :)

cesimdidar
Автор

Mâmoste disa pır xweş dıbejî denge u dîlete sâgbe ❤️✌️

cheguevara
Автор

Ez guhdarî kirina Mem dıkım germahiya kî mezin jı dıle mîn da çê dibe..

hamzabozkir
welcome to shbcf.ru