Efsaneya Şahmaran

preview_player
Показать описание
00:00 destpêk
00:27 Di Mîtolojiya Şehmeran de motîvên Kurdî
02:05 Armanca Mîtolojiya Şahmeran
02:46 Destpêka Çîroka Şahmeran
#Şahmeran #Efsane #mitoloji
Şahmeran,
yılanların şahı,
mitoloji,
Kürt mitolojisi,
Di mîtolojiya Şahmaran de motîfên kurdî

Şahmaran di motîfên kurdî de wek sembola xweşikiyê tê bi kar anîn. Bi taybetî jin û keçên kurd di çêkirina cihaz de li ser papîka, gorê, lepik, destmal û hwd. wêneya Şahmaran bi kar tînin. Li ser xalîçeyan ( merşan ) jî motîfên Şahmaran çêdikin. Her wiha hunermendên kurd di karê destî de li ser hesin û textan jî motîfên Şahmaran dikolin û diniqirînin. Mirov li ser sênî, zerik, kildank, xwelîdank, teyfik û gelek karên destî motîfên Şahmaran dibîne.
Li gor lêkolînêran, mîtolojiya Şahmaran digihîje serdema Hûrî û Mîtaniyan. Piştre Hatiyan( Hîtît) ji Mîtaniyan girtine lê kêm û zêde kirine. Xemilandin e, hûnandin e û kemilandin e. Gelek varyantên mîtolojî ya Şahmaran hene. Di hinek varyantên kurd û farisan de laş mar e û du serî hene seriyek jê serê mar e û yê din serê zilaman e.

Di varyantên Yewnaniyan de seriyek serê mar e û serê din serê keçikê ye.
Belê dema mirov mêze dike û ev mîtolojiya ku di navbera Zeus û Typhon de derbas dibe jî bûyereke nêzîkî vê bûyerê ye. Ya yewnaniyan çend sed sal paşê hatiye nivîsandin û loma ne orjînal e.
Armanca mîtolojiya Şahmaranê

Wek tê zanîn di her mîtolojiyekê de yek an jî çend armanc hene ku mîtolojî hatiye afirandin. Di çîroka Şahmaran de jin, sembola xweşikbûn, hêz, hêzdarî û desthilatdariyê ye. Sembola ber û zêdebûnê di çîrokê de heye. Di kirasê mar de xerabî û marî, rindî û başî hene. Her du qiloç nîşana bereketê ne. Tac nîşana qudret û desthilatdariyê ye. Ji aliyê din ve bêbextiya mirovan dide diyar kirin.

Varyanta herî dawî û ku tê zanîn ev e:
bi navê Lokman kurek hebû û ji xwe re êzingvanî kiriye. Rojek ji rojan dema Lokman çûye daristanê rastî Şahmaran hatiye. Bi hezaran mar hene û yek di nav wan de ye ku laş mar e û serî wî însan e. Ew şahê maran e û hemû marên Maristanê di bin emrê Şahmaran de ne. Lokman çend sal li Maristanê li cem Şahmaran dimîne. Piştre rojekê Lokman ji Şahmaran rica û lava dike ku ew destûr bide deku here mala xwe. Bêriya malbat, nas û dostên xwe kiriye. Şahmaran dibêje: ”Lokman bextê mirovan nînee, ez ê te serbest bihêlim, lê bêbextiyê li min neke. Cihê min ji tu kesî re nebêje. Ku tu cihê min bêjî, wê mirov bên û min bikujin.”

Lokman soz û peyman dide ku dê ew cih û warê Şahmaran ji tu kesî re nebêje. Lokman azad dibe û diçe mala xwe. Demek tê dibêjin padîşahê welêt ne baş e, nexweş ketiye. Derman ji nexweşiya wî re nehatiye dîtin. Hekim dibêjin ku bi tenê goştê Şahmaran dikare nexweşiya padîşah baş bike. Dermanê herî baş goştê Şahmaran e. Ku padîşah goştê Şahmaran bixwe rehet dibe. Tê gotin ku kesî ku Şahmaran dîtibe laşê wî/wê wekî yê maran pûl pûl e. Wezîr gaziyê hemwelatiyan dike û yek bi yek dibe hemamê û tazî dike . Dema Lokman dibin û tazî dikin, çi bibînin ! Ku laşê Lokman pûl pûl e. Leşkerên wezîr Lokman digrin û bi rojan êşkence lê dikin. Di dawî de Lokman êdî nikare li ber xwe bide û cihê Şahmaran dibêje. paşê Şahmaran dibêje; ”Lokman te ji min re bêbextî kir. Lêbelê ez ê dîsa qenciyeka mezin li te bikim. Ava pêşi ya ku goştê min pê bişon venexwe, ew jehr e. Ava duyem vexwe ew bi şîfa û îksîr e û goştê min jî derman e…”

Şahmaran digrin û serjê dikin, ava yekem a ku goştê wê pê dişon didin wezîr û wezîr dimire. Ava duyem didin Lokman. Loman dixwe şîfa dibîne û dibe wezîr. Padîşah jî goşt dixwe û rehet dibe.
çavkanî : Tekoşîn çelîk
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Minorsky gelek tişit navêja, û derewan dike. yê din jî wusa dikin. Lê ya Salavat Gallyamov, pirtûke nû ye.
Ew gotinê sumêre nîşan dike ku kurdîne.
û gelek tişit dibêje meselê, ew dibêje:
Farsa (pêrsiya) hilda dewleta Kordux kirine 2 parça, navê 1 wusa ma - Kordûx, navê ya 2 kirin - Arî-manna. Arî-manna Kurdbûn ne êrmênîne. êrmênî viradikin ku: "Arî-manna" - êrmênîne,
ew kesta wusa dibêjin seva Kurd erdê bakur ji wan re para vekin. êrmênî navê xwe naka dibêjin "Xey", navê welatê xwe dibêjin "Xayastan".
Arî yanî Agrî
Manna ew dewleta kurda.
Dewleta arîmannada, kurdê dewleta Manna dijiyan.
Novê padşayê arîmanna yê yekem nav Bakûr bû.
Dîrokê didizin.
Arî ne îronin, ne fersin. arî Kurdin
Pirtûk dibêje:
Sumer - Şehê Mer. dîroka newrozêda kurd ji ber merekê diravin, ew mera çemakê 🌊 minak merê ye🐍, û mirov dikojtin.
Heval gelek nivîse, gelek ....
û ez gelek dixwezim kurdê bakûrê wê pirtûkê bibînin, lê nizanim çawa bikim. Lama ez dibêm, ez vîdêo çêkim û tu kurdê bakûrêra bi zimanê kurdî biaxiva. Ez çikas vîdêo dinêrim lê informasiya wê pirtûkê derekê tine.

dirokakurda
Автор

Xebat xweş Mamoste keda te sax be zor spas.

merxaswelat
Автор

Seatxweş te mîtolojîya şahmaran gelek xweş anîye ziman. Cîroka şahmaran çîrok civaka Kurdane.

NomadKurds
Автор

Slav u rêz hevalno mamoste tû her hebi sağbi zor spas ✌️❤️☀️💚

servaneazadiye
Автор

Destête sağbe mamoste Xudê emrê te direjke ❤️☀️💚

hivda
Автор

Mamoste inşallah qanalatê pir mezin be hevalno alikari bikin, biecibînin parve bikin, şîrovê Xwe binîvisin ❤️☀️💚✌️

FurkanDogan-kiqz
Автор

Kürtçe konuşmanız çok güzel olmuş. Bir kürt olarak kürtçeyi çok iyi konuşamıyorum hem ana dilimi pekiştirmiş hem bir şeyler öğrenmiş oluyorum benim gibiler varsa ✌️

na
Автор

Çok güzel olmuş elinize ağzınıza sağlık

Mustafa-ywhx
Автор

Li qenal 7 de fîlmê şahmaran çêkiribûn digotin dermanê wî çemê seyhanê de ye ez bawer bikim nizanim jixwe mîtolojiyê, hema gere me Kurdan fîlmê û tîyatro şahmaran çêbikin .

merxaswelat
Автор

Min fêm kir şahmaran Mare kî pir bi rûmet û fedakare. 👍Min eciband. Şahmaran Şahê maran e ez difikirim herkesî zane dîsa ji min got:).

merxaswelat
Автор

Mala te ava be birayê ezîz Te gelek xweş gotiye û çêkirî ye her hebî

yasarhervesi
Автор

Ji bo vîdeoyên wisa ku werin me parve bikin ji heval û hogirên xwe re !

candakurdan
Автор

Dest u zımanete saxbe haval sılav u rez

vartolusaadettin
Автор

Kanalı yeni keşfettim:(
Abone olup bildirimleri açtım 🤍

devrans