filmov
tv
Kawa Nemir dixwîne - 'Min hevalek heye'

Показать описание
Dembaş gelî mêvanên delal, Ji bo pêşxistina kenala min a YouTubeê hûn dikarin bibin endam û alîkarî bidin. / Merhaba sevgili misafirler, YouTube kanalımın gelişmesi için üye olup destek sunabilirsiniz:
Ayrıcalıklardan yararlanmak için bu kanala katılın:
Kawa Nemirê gewre, helbesta min a bi navê "Min hevalek heye" dixwîne.
Amadekar: Tîrêj Zana
min hevalek heye
(bo şehîdên Qeladizê)
min hevalek heye dişibe siya qulingan
marên mirî dixe paxila xwe
li ser rê seyareya xwe stop dike
û silav dike li newalan
gava yek bêhemdî bêje Nîsan
çend perik diferihin li şûna wî
ha ku te dît pêşwaziya sûlavên demkî dike
li geliyê Bilîsê, li ser rêya Pilûrê
min hevalek heye dişibe ferşên qerisî
li ber deryayên genimî sor dibin çavên wî
qey ba ye dengê wî her diçinge
di şiklê kuliyan da derbas dibe ji zalgehan *
tu dibêjî ew xanek e dijî li ser axa xwe
çong dide çi cara çiyayek jê ve xuya be
dibêje wey merheba sed merheba ji we re
min hevalek heye dişibe qumriyan
hem azad e hem girtî
hem paqij e hem qirêjî
gava bi qevda piyaleyê digre
dibêje ez ji çi ra me, ez çi me
min şer nekir li Kobanî
di guhê min da hil nebû dengê Peymanê
paşî radibe û xweliyê hemêz dike
min hevalek heye dişibe şengebiyan
pêçiyên wî di avê da pelgên wî serçemandî
kes newêre bêje şîn ji tirsa wî
te dît got qur û giriya
ez dibêjim “te xêr e, çima aş nabî”
dibêje “şegreşîvanan ** ez mezin kirim
di dawên xwe yên fireh da"
* zalgeh: wargehên polês û leşker lê oxilme dikin, check-point.
** şegreşîvan: jinên şîna miriyan digrin û zêmaran dixwînin.

Комментарии