ARAM TÎGRAN - KARBARÎ MIRCAN Î

preview_player
Показать описание
KARBARÎ MIRCAN Î
Karbarî mircan î,
Bilbila baxçan î,
Çavreşê heyran î,
Keçika belan î.
Bê te çewa bikim,
Xemê xwe rêze kim,
Dûr va te mêze dikim,
Tu qîza bava yî, qîza meriya yî.
Gulan î, rihan î,
Rûnerma helan î,
Tu qîza mîra yî,
Bedewa kurda yî.
Bê te çewa bikim,
Xemê xwe rêze kim,
Dûr va te mêze dikim,
Tu qîza bava yî, qîza meriva yî.
Tu tava esman î,
Ronaya çavan î,
Melhema dilan î,
Tu ji min ra derman î.
Bê te çewa bikim,
Xemê xwe rêze kim,
Dûr va te mêze dikim,
Tu qîza bava yî, qîza meriva yî.
Tu dimsê hîza yî,
Xanima qîza yî,
Ti qîza zaza yî,
Gula nav reza yî.
Bê te çewa bikim,
Xemê xwe rêze kim,
Dûr va te mêze dikim,
Tu qîza bava yî, qîza meriya yî.
Рекомендации по теме