Koma Agirî - Agirê Hûmanê

preview_player
Показать описание
#Koma_agirî
#Agirê_Hûmanê
#sitranê_kurdî
#كوما_اكري

Sitrana bi navê "Agirê Hûmanê", yek ji berhemên "Koma Agirî" ya bajarê Amûdê ye, ev yek ji wan "sitranên kurdî" ye, a ji kasêta bi navê "Şehîd namirin" ya sala 1990' an e, û yek ji wan berhemên ku hunera kurdî zengîntir dike li "Rojavayê Kurdistan" li gel kom, hunermend û berhemên cuda mîna Koma Agirî Heleb, Koma Cûdî, Koma Tolhildan, Koma Botan, Koma zîlan, Koma Serhed, û her wiha komên tevahî Kurdistanê mîna Koma Berxwedan, Koma Amed, Koma Azad, Koma Welat, Koma Sê bira, ên ku bi hev re hunera Kurdî zengîn û rengîn dikin.

Têbînî : Şopdar û bînerên dilovan em dixwazin xalekê ji we re zelal bikin ku me hewldaye nivîsa stranan li gorî dengê ku hatîya gotin binivîsînin ne li gorî helbestê weke helbestvan nivîsî û hin peyv carcaran tên veguhestin ji ber hevok sererast bibe, ji lewre dibe ku di hin gotinan de û li gorî devokên herêmî hin şaşîtiyên rêzimanî derkevin holê an ne li gorî helbesta ku helbestvan nivîsî be, lê em bi fermî dibêjêjin ku em jê ne berpirsyar in.

Koma Agirî - Agirê Hûmanê
Ji kasêta bi navê (Şehîd namirin) a sala 1990 'an a ji berhemên koma Agirî ya bajarê Amûdê.

Koma Agirî - Agirê Hûmanê

Agirê hûmanê li dûmanê li ser çiyê
Sed yarim palisq pelê tehliyê
Çi birîna dermankin bi destê zeriyê

Agirê hûmanê li dûmanê li ser xetê
Sed yarim palisq pelê kaxetê
Çi birîna dermankin bi destê qudretê

Agirê hûmanê li dûmanê li sûkê
Sed yarim palisq pelê belalokê
Çi birîna dermankin bi destê bûkê

Agirê hûmanê li dûmanê li zinara
Sed yarim palisq pelê li dara
Çi birîna dermankin bi destê yara

Agirê hûmanê li dûmanê li zindana
Her tê ji dengê Egîda û Rêzana
Çi birîna dermankin bi destê partîzana
………………………………………………………….

Helbest: Filiklor
Awaz: Filiklor
Deng: Sefqan Orkêş

Çavkanîya agahdarîyan:
Elî Mensûr
Beşîrê Melle
Sefqan Orkêş
Mehmûd Mensûr
Xoşnav Emo
Mihemed Mihdî
Şîyar Agirî

Filter û mastrîng: Erdelanê Amûdê
Tîprêzî: Cîhan Osman
Lêveger û Redekter: Felek Îbrahim
Lêvegera redekterê: Ezîma Hesen
Wêne: Dilşad Îsa
Montac: Lawîn Mûsa
Şopandin û lêvegera dawî: Elî Hacî
Amadekirina ji bo YouTubê: Şepal Mûsa
Barkirina li ser qenala Youtubê: Raman Orkêş
Amadekarî û Derhênerî: Xemgîn Çîyayî
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Hûn dikarin nerînên xwe bi dil firehî bi me re parve bikin 🙏

HuneraPîroz
Автор

"Çi birîna dermankir mi bi destê qudretê" dive wiha be

PolitikFilmlerTV