Jiyan ax bêhna te #helbestênjiyan #helbestenjiyan

preview_player
Показать описание
Bêhna te bihuşta min
Bêhna te berxwedana min
Bêhna welate min ji te tê kulîlka min Bi hezaran can dikevin ser axa te
Bi hezaran kulîlk şîn dibin li ser çiyayen te
Di nava dilê min de cihanekî tu
Ez ê bi rûpelên nû navê te binivîsînim
An ez ê te azad bikim
An ez ê azad bikim
Di helbestên min de navê te
Destên min de ala te
Bêhna azadiyê difûre ji kezîyên te
Çeper,bi çeper ez im dilmertalê evîna te
Bi baye bakûr li ser welatê min
Kulîlkên bi xwînê hatine avdayî
Bêhna te belav dikê kulîlka min
Qirîna min bi hezar gûleyan bêdeng kirin
Lê li ser zagrosan di govenda azadiyê de bi bask im,diqîrim
Stran û helbesta min tu yî,
Her çiqas ji bo te ez bêm kuştin
Ez ê dîsa dildarê te bibim
Ez ê bibim hêvî ji bo te
Bibim bawerî bim,dilsoz bim,agir agir
Heya kû bi bêhna azadiya te kulîlk şîn bibin
Ez ê cangorîyê te bim
..
Helbest û Deng Jiyan
Ax bêhna te
..
#helbestênjiyan
#helbestenjiyan
#helbest
#helbestenkurdi
#jiyan
#axbêhnate
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Dengû dilete herhebe heval her tım dilşadbi tu herbiji jitera Azadi pır xaşê slawurez 🙏🙏👑👑✌✌💚♥️💛✌🇧🇯🕊

damladamlagocmen
visit shbcf.ru