Ciwan Haco - Sira Sibê【Remastered】 (Official Audio)

preview_player
Показать описание

DOWNLOAD FROM

LISTEN ON

Lyrics : Rojen Bernas
Music : Ciwan Haco

Musicians:
Bass : Reider Liyon
Guitar : Peter Anderson
Saz: Ciwan Haco&Ferid
Flute&Zurna : Haci
Recording 1988 Sweden

Lyrics:
Sira sibê li bab û dara hewerê
Veciniqî û şiyar bû

Tevziyek da xwe tevziyek kûr
Rahişit bilûrê danî ser dirana
Ji sedsaliyên dûr û kezeba kûr stra

Kaniya bin dara hewerê
Bi dengê bilûrê re nehwirand
Hêstir werwirand melûl melûl
Dilê heyva ji kovanên xwe re
Kerî bi kerî kezext û dirand

Bilbilek firî ji hêlînê
Çû danî li guliya gulê
Xançeyan mijand ji pêrîsa xwe
Berda dilê wan xurîyê
Dilop dilop niqutî xurî
Niqut niqut niqutî xurî

Di dilopa paşî de şeveq beyan bû
Ji bilûrê hîs birî kanî xayis ket
Li binê kema gulê bilbil ji can bû
Jîneke nû destpêkir bi sira sibê
Şeveq zelal xuza xuyan bûn

Artwork: Asli Filiz

©Red Music Digital
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Dilê min çend dişewite dema ez guhdarî dikim vê stranê..

MamedCiya
Автор

Ev stran ji bo min lûtkeyek herî bilin e. Zêdeyî bîst sana lê godarî dikim. Li xeribiyê di xortaniya min de ez bi hebûna xwe hisandim vê stranê. Vê stranê du nirxên bêhempa, Ciwan Haco û Rojen Barnas gihandine hev. Xwedêyo em kurd çiqas bisiûdin ji bo vê hunera xweş❤❤

mehdituguc
Автор

Sira sibê li ba bû
Dara hewrê veciniqî û hişyar bû
Tevziyek da xwe
Tevziyek kûr û rahişt bilûre danî ser dirana
Sedsalên dûr û ji kezeba kûr sitira
Sedsalên dûr û ji kezeba kûr sitira
Sedsalên dûr û ji kezeba kûr sitira
Sedsalên dûr û ji kezeba kûr sitira
Kaniya bin dara hewrê
Bi dengê bilurê re nehwirand
Hêstir werwirand melûl melûl
Hêstir werwirand melûl melûl
Dilê heyva ji kovanên xwere
Kêrî bi kerî kezext û dirand
Dilê heyva ji kovanên xwere
Kêrî bi kerî kezext û dirand
Bilbilek firî ji hêlîne çu danî li gulya gulê
Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe
Berda dilê wan ji xuriyê
Dilop dilop niqutî û xurî
Niqut niqut niqutî û xurî
Dilop dilop niqutî û xurî
Niqut niqut niqutî û xurî
Di dilopa paşî de şevek beyan bû
Ji bilûrê his birî kanî xayis ket
Li bine kema gulê bilbil ji can bû
Li bine kema gulê bilbil ji can bû
Jînek nû dest pêkir bi sira sibe
Şeveq zelal xuza xuyan bûn
Jînek nû dest pêkir bi sira sibe
Şeveq zelal xuza xuyan bûn

hikmetyilmaz
Автор

Hûn hemî hest dikin ku Joan Hajo ez ji te hez dikim

ismatkurdish
Автор

Bir Mem Ararat şarkısıyla âşık olup bir Ciwan Haco şarkısıyla veda edersin…

halit
Автор

Ax tu çi xweş î "sira sibê" !

cezmi_
Автор

Her dinlediğimde gözümden yas akar kurtce bildiğim için dünyanın en şanslı insanıyım

buraktopguc
Автор

Karsaziya we her dem serfiraz in û her weha dilê mirov xweş dike

hananalihoran
Автор

Ma te çı dit ewkas klamên xemgin nivisand dilêmin ❤️

mehmetates
Автор

Bugün okudukların ruhuna iyi gelmişti, bir de dinlemen gerekiyormuş demek ki güzel kız.
Ne hoş…
Teşekkürler, buradaydım.
021021|M.
🍀

melike_mm_
Автор

Dilemin min beriya tekir. Ev strana tebi were 🦋

rehsanoguz
Автор

Bir gün gelirde bu şarkıya hayran kalırsan...

fratbas
Автор

Baştaki melodileri duyduğumda aklıma hep Rojava belgeseli gelir . Bu müziğin yeri bende ayrı🙂

tanerkonak
Автор

Hayatımda bu şarkı kadar hiçbir şeyi kıskanmadım, keşke bu şarkının kendisi olsaydım #ciwanhaco sıradan hayatımızda çok derinlerdesin

Semirakösen
Автор

Dîroka gelê Kurd her dem êş û elem tije yî, hêma gelên kurd her tişta zû ji bîr dikî. Lî hundir cîhanê têne gel heyî dîroka xwe zû ji bîr dikî u dîroka xwe nizanî tenê gelên Kurdi mixabin. Ax welat u axa piroz

selmandeniz
Автор

tu her hebît Ciwan haco!
Di dilopa paşî de sefeq beyan bû, ji bilûrê his birî kanî xayiş ket.Li bine kema gulê bilbil ji can bû, jînek nû dest pêkir bi sira sibe, Şefeq zelal xuza xuyan bûn.

SinanYldzrukenoko
Автор

Her dem li bîra me ciwan haco dil'ê mine

omarsharif
Автор

Ev helbesta Rojen Barnas e, bi deng û muzika Ciwan Haco buye stranêk arami û bêhempa.

bruskadar
Автор

Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî
Kesê Yûsuf firotî wî di ‘alem da xesaret kir🤍

feride
Автор

Kilamekî pir balkêş
Ez mam li bin derd û êş
Dinêrim li paş û pêş
Lê nexêr, te nabînim

xaniedits
join shbcf.ru