Nêrgiz Ismayîl: Helbest, çîrok û romanên kurdî stûna wêjeyê ne

preview_player
Показать описание
Nivîskar û helbestkar Nêrgiz Ismayîl da zanîn helbest, çîrok û roman dema bi zimanê kurdî bên nivîsandin bandoreke erênî li ser pêşketina wêjeya kurdî dikin û wiha got:"Helbest, çîrok û romanên kurdî stûna wêjeyê ne. Hevdu xwedî dikin û dema ji aliyê jinê ve bên nivîsandin dê bandoreke mezintir di heman demê de li ser pêşketina çand, ziman û civakê bikin."

Nivîskar û helbestkar Nêrgiz Ismayîl a ji Hilêliya Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê ye û bi nivîsandina helbest, çîrok û romanê qadeke berfireh a ji bo parastina ziman û wêjeya kurdî ji xwe re ava kiriye li ser helbest, roman, çîrok bandorên wan ên li ser ziman, wêje û civakê, nirxandin kir. Nêrgizê di heman demê de bal kişand ser rola jinê ya di qada wêjeyê de û got:"Helbest, roman û çîrokên bi kurdî qada têkoşînê û çavkaniya azadiyê ya jinê ye. Ger jin di qada wêjeyê de serkeftî be wê di hemû qadan de jî bi cewhera xwe ya jinbûyînê pêşeng be."
.
.
.
#helbest #çîrok #roman #zimanêkurdî #qamişlo #rojava #nêrgizIsmayîl
Рекомендации по теме
visit shbcf.ru