filmov
tv
Ünlü Kürt Yazar ve Edebiyatçi Mehmed Uzun'u 15’inci ölüm yıl dönümünde saygıyla, anıyoruz...

Показать описание
Îro 11’ê cotmehê 15’mîn salvegera koçkirina helbestvan û nivîskarê gewre Mehmed Uzun e, em wî bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin. Bejna xwe li ber ked û xizmeta wî ditewînin. Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike, cih û warê wî bihuşta rengîn be..
---------------------------------------------------
MEHMED UZUN 1953 - 2007)
Lêxin, lêxin hevalno lêxin,
Bibarînin bibarînin, birano
Ev me çi dihesibînin!"
Hemû roj, hemû êvar, hemû şev
Wî weha gotibû û gule barandibû
Roj qulipîbu ser êvarê, evar ser şevê, şev ser rojê
"Lêxin, lêxin hevalno lêxin,
Bibarînin bibarînin, birano
Ev me çi dihesibînin!"
Hemû roj, hemû êvar, hemû şev
Wî weha gotibû û gule barandibû
Roj qulibîbû ser êvarê, êvar ser şevê, şev ser rojê
Şer berdewam bû
Beden westiyayî, keser giran, birîn kûr
Mêjî xurt, awir tûj
Dil keleha mêrxasiyê bû
Lome jî ne şerm bû
Ya man ya neman bû
Çi ji destê wî, çi ji destê wan dihat...
Îxanet li rê bû
Îxanetê zora welatevîniyê biribû
Dor li wan girtî
Li jêr esker,
Li jor helîkopter
Nefes li wan çikyayî bû
Li pala çiyayên serîbilind
Di gundekî bêçare yê Kurdistanê de
Wext, wexta şer, man û nemanê bû
"Hevalno, em çi bikin...
Bêgavî bextreşî ye, kambaxiya me kurdan e
Lê, gava bêgavî li ber deriyan e
Wext, wexta jîr û mêrxasan e
Wext hatiye; wext, wexta şer e, xurtî û huner e
Em pênc kes, ew pênc hezar kes
Em pênc hezar dil, ew penc dil
Em pênc hezar dilên biheq, ew neheq
Kî dikare dilê bi evînê hildave vegire?
Ma ev me çi dihesibînin!.."
Yek bi yek li hevalên xwe nihêrî
Ew yek bi yek hembêz kirin
Bi herdû tiliyên xwe yên destê rastê simbelê xwe ba da
Çek, pusat û rextên xwe şidandin
Berik ajot devê tifinga xwe û got;
"Hevalno, ji bîr mekin
Em pênc hezar dil
Pênc hezar efsaneyên li ser lêvan
Pênc hezar destanên li ser kaxizan in
Pênc hezar stêrkên ronî yên kurdan in..."
Saw û xofa mirinê
Coş û heyecana liberxwedanê hebû
Li ser berfa gewher rengê sor a xwîn û tavê hebû
"Ax, ev tav",
"Eger tava danê êvarê li me biqulibe
Û em xwe bi êvarê bigihînin
Heye ku deriyê felatê li me vebe"
Çendîn şerê dijwar ew ketibûyê
Çendîn caran wî îxanet, daf, dek xefik û kemîn dirandibû
Ew şervanê welatê şervanan
Rêgirê bav û kalan bû
"Ev çi hal e"
"Ez evîndar û şervanê ronahiyê
Ez dijminê tarî zulmatê
Ez niha li hêviya şevê me"
Ew pênc kes bûn, çar mêr û jinek
Ku her yek ji derek, lê xwedî qederek "
Lêdin hevalno lêdin
Ma ev me çi dihesibînin!.."
Deh bi deh, sed bi sed
Teqîna çekan, vizîna gulan bû
Ne vîçîna teyran, ne hêrîna hespan
Ne evîna segan, ne meyina berxan
Ne jî dengê însanan bû
Bi tenê dengek hebû
Zagon, zagona şer û lêcan bû
"Kî ne ev eskerên ku weha gule li me dibarînin
Ji ku ne, li ser axa me çi ji me dixwazin
Ma evîn û evîndarên wan
Hez û hezkarên wan nîn in
Çima ew hez û evîna me tênagihin"
Saet çend bû
Şevê çima weha mîna bûkekê xwe xemilandibû
Stêrk çima weha ronî
Heyv çima weha di lehiya xweşiyê de bû
Di vê sar û seqemê de çima weha germ bû
"Stêrkên welatê min
Heyva erd û axa min"
"Hûn şahid in; em ne diz û keleş in
Ne pêxas û zikreş in
Em evîndarên we, egîdên ronahiyê ne
Eger li me qewimî û li vir em bûn şehîdên we
Xebera mêrxasiya me bigihînin bi insan û gelê me"
"Ax li min dayê"
Çavên wê yên reş mîna çavên xezalan vekirî
Devê wê bi ken bû
Porê wê belavbûyî , stûyê wê gola xwînê bû
Wî serê wê danî ser çoga xwe
Pişta xwe vekir, li stûyê wê bada
Bi destan porê wê mist da
Bîstekê, bêdeng çavê wî li ser çavên xezalan ma
Çend dilop hêstir ji çavên wî ber bi jêr bû
û ew giriya
Di bin barana gulan de ew giriya
Şev diçû
Stêrk diçû , heyv diçû
Xewna azadiyê, hêviya felatê diçû
Hizr û bîr, serpêhatî û jiyaneke ciwan diçû
"Xwedêyo...
Ji berbanga Kurdistan xweştir
Ji rojeke nû ya welatê min geştir çi heye!"
"Em diçin"
"Em diçin, lê kî dikare rê li berbangên welatê min bigire
Kî dikare roja nû li welatê min qedexe bike?"
"Em diçin
Em diçin, lê mîna ku bav û kalan dikirin
Ji vê roja nû re xêrhatin
Ji vê berbanga welatê min re stran û gotin divê"
Wext, wexta strana welatê neçar bû
di berbanga sibê de, li serê çiyan
Alana dengê egîdekî xort bû
"Lê lê dayê...
Lê dayê, serê sibê ye, sibeyeke xweş e
Vê serê sibê bayekî sar e, li min serma ye lê dayê..."
ax lê dayê
Dengê top û cebirxanan li ser sînga mine
Lê dayê, ve sibê çarnikare, ax lê lê dayê
ax lê lê lê daye
Hevalê Ezîz
"Êdî tu çare tune, mirin û çûyîn li ber me ye
Eger em teslîm bin jî, qedera me mirin e
Em jî li ser riya kerwanê şehîda ne
Em hevûdu hembêz bikin,
Heqê xwe ji hev re helal bikin
Wext nîn e, berî ku guleyek were
Em ber bi gulê herin
Nav bêdengiyeke kûr de
Wan tifingên xwe dane alî, rextên xwe ji xwe kirin
#erkanêhecî #MehmedUzun #kürtçemüzik #KürtEdebiyatı

Комментарии