filmov
tv
Çîrokên Kurdî / Keça Kumsor

Показать описание
English and Kurdish children story
Keça Kumsor
Hebû tunebû...
Keçikeke biçûk hebû. Her tim kumekî sor li serê wê bû. Ji ber ve jê re digotin keça kumsor. Rojekê pîrika wê nexweş ketibû.Dayika wê selikek tijî xwarin kiribû û ew şandibû mala pîrika wê. Lê berî ku wê bişîne şîret lê kiribû:
Tu li nav daristanê nesekine ha. Rast here ku gur neyê pêşiya te. Kumsorê soz dabû dayika xwe ku di nav daristanê de nesekine.
Wê selik girtibû û ber bi mala pîrika xwe ve meşiyabû. Gava ku di nav daristanê de derbas bibû rastî kulilkên gelek xweşik hatibû. Soza ku dabû dayika xwe jibîr kiribû, di nav daristanê de sekinîbû ji pîrika xwe re kûlilk berhev kiribû. Wê gavê ji nav daran gurekî xof û tirs derketibû. Gur bi rûyekî ken ber bi Kumsorê ve çûbû û gotibû:
-Rojbaş keça xweşik, tu vê sibeha zû bi ku de diçî?
Kumsorê bersiv dabû:
-Dapîra min nexweş e. Ez diçim mala wê.
Gur pirsîbû:
Dapîra te li ku derê ye?
Keça kumsor bersiv dabû gur:
-Ew li paş wî girê han, di holika xwe de dijî.
Gur kêf dabû, keçik li cih hiştibû û ber bi mala pîre ve baz dabû. Çûbû çûbû gihiştibû ber mala pîre, li derî xistibû. Pirê bi dengekî bilind pirsîbû:
Tu kî yî? Gur denge xwe wek dengê Kumsore kiribû û gotibû:
Ez im ez, pîrê. Ez Kumsorê me. Min ji te re xwarin aniye.
Pirê gotibû:
Derî vekiri ye, were hundir. Gur deri vekiribû û êrişî pirê kiribû. Pir bicarekê de daqurtandibû. Kincên pirê li xwe kiribû û ketibû nav nivînên wê. Li benda keça Kumsor mabû. Kumsorê bi têra xwe kulîlk berhev kiribû, paşê ketibû rê û çûbû mala pîrika xwe. Dema ku gîhiştibû mala pîrike, dîtibû ku derî vekirî ye. Ketibû hundir û deng li pîrika xwe kiribû:
Pîre, diya min ji te re xwarin şandiye. Gur dengê xwe wekî dengê pîre kiribû û gotibû:
Tu bi xêr hatî keça min a delal. Min pirr bêriya te kiriye. Ka were li cem min, bikeve nav nivînan. Keçikê selika xwarinê li ber serê pirê danibû û ketibû hembêza wê. Destê xwe li ser rûyê pirê gerandibû û pirsibû:
Pîrê, guhên te çima wiha mezin in? Gur jî gotibû:
Ji bo ku te baş bibihîzim. Keça korsor dîsa pirsîbû:
Ev çavên te çima wiha mezin in? Gur jî gotibû:
Ji bo ku te baş bibinim. Kumsor pirsibû:
Ev pozê te çima wiha mezin e? Gur jî gotibû:
Ji bo ko te baş bêhn bikim. Kumsorê dîsa pirsîbû:
Destên te çima wiha mezin in? Gur dîsa bersiv dabû û gotibû:
Ji bo ku te baş hembêz bikim. Keça kumsor dîsa pirsîbû:
Devê te çima wiha mezin e?
Gur jî bersiva dawî dabû Kumsorê û gotibû:
Ji bo ku ez te baş bixwim. Gur, keça Kumsor jî di carekê de daqurtandibû. Zikê gur pirr êşiyabû û di nav ciyê pirê de bi xew de çûbû. Ewqas pirr xwaribû ku pife pif û xure xur pê ketibû. Lê şansê wan hebû. Neçirvanek li ber mala pîrê re derbaz dibû. Xure xura gur bihistîbû. Ber bi derî ve çûbû. Deri vekiri bû. Hêdi hêdi çûbû hundir. Dîtibû ku gurek di nav nivinên pirê de ye. Zikê gur qelişandibû û pîre û Kumsorê ji zikê gur derxistibû. Dema ku keça Kumsor derketibû derve gotibû:
Oy, zikê gur çiqas tari bû! Neçirvan û pîrê jî Kumsorê re gotibû:
Carek din bi ya mezinên xwe bike ha. Heke te guh neda ser gotinên mezinên xwe, sere te wê her dem di belayê de bimine. Keça kumsor jî soz dabû wan û gotibû:
Ez ê car din guhdariya mezinên xwe bikim.