Şakiro - Bavê Becet

preview_player
Показать описание
Şakiro - Bavê Becet
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

BAVÊ BECED – ŞÊXÊ KUBAR

Dilşê digo “Lo lo Beced berxê’m! Sebeba ez diçûme şewitiya Sînan û Bismilê.
Min rebenê bala xwe berdaye, nizanim çi bû? Çi qewimî ax lo çi ciriya?
Agirê kulê bikeve mala cendirmê Sînanê, mifreza Bismilê, Eşîra Badikan, giregirên Xiyan.
Li derê dîwana Bavê Becet, Şêxê Kubar şêwr û mişêwre bû. Hew reben im gelo li hev civiyan.
Min dî’ Bavê Beced, Şêxê Kubar çek û sîlehên xwe hilanî, ber bi hafê reza, baxçên Gulan de dimeşiya.
Ewraqên Bavê Becet ketibûn destê giregirên Badikî û Xiyan, li derê hikûmeta Sînan û Bismilê, reben ez im gidîno, dayre bi dayre digeriya.

Agirê kulê bikeve mala qumandanê Bismilê, mifreza xwe hilanî,
ketibû Geliyê Godernê, Newala Hesika li hafê rezan.
Min rebenê bala xwe berdayê, li dû bavê Beced, Şêxê Kubar ji xwe re digeriya.
Derbekê bi dest berdane bedena Bavê Beced, Şêxê Kubar.
Cinazê Bavê Beced avêtine makîneyan(wesayîda eskerî.)
Berê wî dane şewitiya Hezroyê.
Dema ew li dere hikûmeta Hezroyê datanîn, Dilşê li çokên xwe dixist, digo:
“lo lo Beced berxê’m! Hinga min dizanibû ûrt û ocaxa mala Bavê Becedê min qeliya.”

Sofiyê Xerzî digo “Mecîdê Zaza! Bibêje komên xulaman; ‘hûn merevin ca hûn baz nedin.
Law Bavê Beced, Şêxê Kubar emekdar e, çi îro ketiye erdê.
Temiya min li we be; şîrheramî, nankoriyê nekin.
Terka cinazê Bavê Beced, siwarê Felek, heywax li min vî xweşmêrî nedin.”

Dilşê digo “lo lo Beced berxê’m! Sibe bû, roka me derketiye ji qudretê, ji mala Xwedê lo ji aliyê Xerzan.
Tu dêhna xwe bidê şewq û şemalê dabû bejna Bavê Beced, koşka Zercelê, reben ez im ji xwe re li sêncê rezan.
Hela bala xwe bide girêdana Bavê Beced, Şêxê Kubar; li gulik û ax li gulbendan û li van kevzan.
Xwezil ji xêrê xweziyê re xwedanxêrekî mizgîniyeke xêrê bianiya, bigota “efûya Bavê Beced ji qapiyê hikûmatê derketiye.
Min bi çavê sere xwe bidîta, fenanî caran li qarşî xort û bendên Xerzan, xwe girê bida bi 40 qaydî û bi 12 terzan."

Sofiyê Xerzî digo “Mecîdê Zaza! Bibêje komên xulaman; ‘hûn merevin ca hûn baz nedin.
Law Bavê Beced, Şêxê Kubar emekdar e, çi îro ketiye erdê.
Temiya min li we be; şîrheramî, nankoriyê nekin.
Terka cinazê Bavê Beced, siwarê Kûvî, heywax li min vî xweşmêrî nedin.”

MustafaDogan-txhc
Автор

Agere kule bıkewe mala kurde be namus be şeref... Wede rehme leke ape şakıro ❤️🙏

irfanbacanak
Автор

"Sahip çıkamadığınız her değere bir gün biri sahip çıktığında anlayacaksınız neleri kaybettiğinizi"

oructuncer
Автор

''Dıjmıné Bavu Kalá Nabìn Dosté Lawâ."

aslcelenk
Автор

Allah rahmet etsin gani gani böyle değerler bir daha gelmez

eminbora
Автор

Mekanın cennet olsun inşallah senin gibi bir insan artık gelmez dünyaya 😤😤😤😤

kadriKARAHAN
Автор

Şeyh behced amcamı yakamadılar. Yangından sonra Onu bulamadılar.
Ateş verdikleri kuru tarlaların Koca bir gölete dönmesi ❣❣ ALLAHU EKBER☝🏼

seyhveysiongorenmalabokark
Автор

Ne güzel way limine diyorsun be şakiro insanın içi gidiyor

onurceylan
Автор

Müziksiz ve sade ve hic bir düzeltme olmadan inanılmaz

yakupkonyar
Автор

Müziksiz olduğu anlaşılmıyor. O kadar dolu dolu söylüyor. ❤

AbdullahDemir-cx
Автор

Xelkî Badîka, lı welatî serhêdî jî rehmetiyı şakıro kîlama bavî becet şîxê kübar dıpîrsın. dîvîjını me badîka bîbavî becetra şexî kûbar ra xiyanet nekıri. çîma te me badîka kîrye nava kîlamı. rehmetiyî şakıro, vî ber sîvî wuha dîde jîbu dîkîlama mın pîxweş bîbe lı belî badîka xiyanet nekîrıne nokta.

nihatkaya
Автор

Bu dengbejin hikayesi nedir? Hangi olay üzerine yazılmıştır

mustafacelik