FERHAD MERDÊ - SIBE BELKÎ TU MIN NEBÎNE

preview_player
Показать описание
قناة فرهاد مردي الشخصية على اليوتيوب بإمكانكم متابعة
جميع اعمالي على هذه القناة

جميع المواقع الخاصة بي : Ferhad Merdê :

#Ferhad_Merdê #قناة_فرهاد_الشخصية
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Ferhad Merdê
Sibe Belkî Tu Min Nebîne

Sibe belkî tu min nebîne
Lê eman û sed eman
Kê pirsa min ji te kir bêje çû
Çû li xwe bigere li wî alî
Cihê go tu jî nizanibe
Wêneyên sûretên di wê şeva min dabû te bişewitîn
Belkî ti karibe şevekê xwe pê ronî bike
Lê bela kes nizanîbe ew ê tu bi destê xwe dişewitîne ew ez bûm
Ji boy kêfa kesekî li te neyê
Duniya gur e û tu jî berxeke di nav de
ez ê her car ne li kêleka te bim
ku tu xwe şêr bibînî
Wek te nabe

Sibe belkî tu min nebîne
Lê helbestekî min heye bixwîne
Tê min di nava hevokên westiyayî de bibîne
Tê min bibîne ez li kêleka darekê zuha rûniştî me
Wekî wê ez jî li hêviya baranekê me
Belkî rojekê ji rojan dîsa li ser axa te şîn bibim
Lê bi rengekê din

Sibe belkî ti min nebîne
Lê buharekê di xeyalê xwe de çêke
Weku ez li cemte me û bi helbestekê sebra te tînim
Gava tu xwe nazdar dikî
Bimeşe bazde bukene netirs û tenê bûnê jibîr bik
Gi li zora te hat berê xwe bide bîranînê min
Ku min carekê çîroka qehremantiyê ji te re dixwend

Sibe belkî tu min nebîne
Lê ne dûr be ez bi ezmanê te ve hilkişya bim
Û di nava melyonê stêrka de yek ji wan ez bim
Gi birastî tu ji min hez dikî
Di nava melyonê stêrka de
Kîjan stêrk rengê min didî
Ez ji ku zanim
Di ezmûna stêrka de tê bi serkevî yan jî na
Xwe ji kêliyên girantir amade bik

Sibe belkî tu min nebîne
Lê negrî ger bi giriyekî ya dilê te pêk hatiba
Min ê ji te re gotiba bigrî bigrî bigrî
Heta te mirada dilê xwe pêkanîba
Heyfa wan çava ne
Ku tu bi rûndikekî dişkîne wî dîwarê kilê siphanî û ti dihêle ken li ser rûçikê te Koçber bibe biçe
Ne êşe û matmayî nemîne

Sibe belkî tu min nebîne
Lê di rojên pêncşema êvara îna
Bi destê dayika min bigre
Ew ê te bibe cihê go ez lê
Û hewce nake go tu gula jî li ser gora min deyne
Heyfa wan gulan
Ez bibim sedema ku bi destê te tên kûştin


Sibe belkî tu min nebîne
Lê ne dûr be ez te bibînim
Ez te bibînim
çawa helbesta min dike ayatek
Û di mishefa evîna xwe ji dilê xwe re dixwînî
Wê çaxê ez ê zanibim
Bi rastî ti ji min hez dikî
Wek go ez bi te re jiyan dikim
Êdî ez ê bizanibim
Ez zindî me ne mirî me
Belkî ez Şehîd bim

Sibe belkî tu min nebîne
Sibe belkî tu min nebîne
Sibe belkî tu min nebîne

-crgroupofficial
Автор

👏👏👏
Sibe belkî tû mi nebîni..
Kê pirsami ji te kir..
Bibêji çûû nema îdî tê🕊✌🕊

kevokabemal
Автор

Güzel bir parça her gün adını unutuyorum bulamıyorum dinleyenler bana hatırlatsın ki gelip bir daha dinleye bileyim 🥹

mahsunaktug
Автор

Ey delalê ber dilê min ji te hezim, bi qasî cîhan û heft esman .. bi qasî helbest û stran û hîn bêhtir ..
Bi qasî Kurd û Kurdistan ji te hezim mamoste ❤❤❤❤

ezderya
Автор

Tüm yorumlara kalp koymuş güzel yürekli şair.
Sıbe belki tu mın nebine
le helbesteki mın heye biwxine

meryemdemirtas
Автор

Aman û sed aman her bijî je tere mamoste ♥️👏🏻

njdoal
Автор

Hest û awazên te sax be mamostê qedir bilind herhebî herbiji deng lî dînê be 👏✌️✌️❤️🕊️

MemZin
Автор

Mamoste dengê te dilê te sağbi gelê kûrd muhtacî hûnervanê weke tene❤️🌹✌️

delitube
Автор

بس بدي افهم هدول العديمين الاحساس والمشاعر اللي ما عجبهم فيديو ومساوين 👎🏿
الله يكسر اصبعتكم
الحمدلله عنا هيك شاعر بيحكي اوجاعنا وتفاصيل حياتنا..
هفال فرهاد مردي هربجي ❤️❤️

Berivankano
Автор

Tu her hebî mamostê şêrîn û hêja bijî ji hest û hizrê tere 💚❤🌼🎶💙

omarshekhe
Автор

Belkî rojek ji rojan ser axa te şîn bibim, le bi rengekî din.. 🌹

aslgulkalkan
Автор

Bu nasıl bir ruh hali bu nasıl bir sevdaki sürekli şiir yazdırır mükemmel bir yorum yüreğinize sağlık

cigdemterece
Автор

Her denge te guhdar dikim hesere cawamin diherike mina câne mamoste heja hezar car spas ji bo qedate ⚘️⚘️⚘️👏👏👏✌️✌️✌️

beranokurdo
Автор

Her beji kurd û Kurdistan, 💚💛❤, denk lê dê nebe Mamoste Ferhad Mêrdî ✌✌✌✌💚💛❤✌✌✌✌

zaidyoussef
Автор

Her tim jiyan li cem te û bi tere xweş dibe🌼🌿

رولافابكر
Автор

Yarın belki beni görmeyeceksin ama uzak değilim gökyüzünde çıktım (cennetinden) ve milyonlarca yıldızdan biriyim, eğer gerçekten beni hissedersen milyonlarca yıldızdan biri olduğumu düşünüyorsan, milyonlarca yıldız içinde hangisi benim rengim olduğunu bilirdin, inanıyorum ki sen bilmedin...😔

muratgokce
Автор

Ne güzel bittik be..
Hiç yaşanmamış gibi
Hiç sevmemiş gibi
Hiç bedel ödememiş
Hiç tanışmamış gibi..
Öyle güzel bir vazgeçişti ki, öyle sesiz bir gidistiki.. Bu sessizliğin sesi tüm dünyaya sağır etti beni.. Belki birgun unuturum ama, hiç bir gün yok ki affedeyim. Belki herseyi hakkettim ama, sırtımdan haince vurulmuşumu asla! Canın sagolsun.

tenimdekiintihar
Автор

Dest u heste te saxbe mamoste ferhad her hebi ❤🌹

أمہيہرةقہأمہشہلو
Автор

Ez pır ü pır jı te hezdikim mamoste ferhad merdê xwedê te biparêje jı her xerabiyè rebiii.🤲🤲🤲❤️❤️❤️🌹🌹🌹🌹👑🧿🙏🏼😍😘

songulpamuk
Автор

Ti hêr habê, hûnermendê û helbestvanê heja FERHAD MERDÊ. Dinav jiyanê xwêda, hêr roj û hêrdem bi KURDÎ bijîn. Jiyan bi nav, hêr tiştîdê KURDÎ xwêşa. HÊLBEST ji bi KURDÎ xwêşa. Ji bakûra KURDISTANE li bajarê MERDÎN’ê hatê ROJAVA’yê slav û hurmêt mamostê. ( Bijî Zimanê Kurdî ) 💚👏

burhandurmaz