Şiyar û Dijwar - BERHEMA NÛ (Yeni Albüm)

preview_player
Показать описание
Berî her tiştî silav û rêz ji bo hemû heskirî, şopîner û guhdarvanên me yên hêja û delal. Belê, wek ku tê zanîn piştî berhema yekemîn ya bi navê "Çarê Nîsanê" ku di sala 2017 an de derketibû, heta îro me sitranên bi rengê single bi we re parve dikir. Neha jî piştî demeke dirêj, bi ked û kelecaneke mezin me amadekariya berhema duyemîn ya bi navê "Dînê û Dîno"yê kir. Gotin û Awazên vê berhemê ji aliyê me (Şiyar û Dijwar) ve hatiye nivîsandin û amadekirin. Ev berhem bi aranjoriya Mamoste "Mustafa Beyazkuş"î û bi etîkata MBM Productionê, bi kedeke mezin hatiye amadekirin. Û ev albûm ji 5 sitranan ve tê holê. Di vê berhemê de 4 sitranên ku di çîrok û naveroka wan de “evînên nejiyayî” hene û ji sitraneke pêkenokî ve jî pêk tê. Em vê berhemê diyariyî guhdarvan, şopîner, heskirî û hemû gelê kurd dikin. Bi şanazî û kelecaneke mezin bi we re parve dikin. Em bi hêvî ne ew ê bi dilê we be.
Silav û Heskirin (Şiyar û Dijwar) ✋️🌹❤️💐

Dehênerê Berhem û Aranjeyê : Mustafa Beyazkuş
Stûdîo : MBM Production
Derhênerê Klîban : Zana Production
Mîx : Ahmet Aygör, Engin
Masterîng : Muammer Tokmak
Dengên Vokal Hunermend : Rêzan Şîrvan
Kemanvanên Muzîkê : İstanbul Strings
Cûreya Tembûra Elektro ya Ûd Cumbûşê: Yusuf Alî Önal
Kawal Zurne : Eyüp Hamiş
Kawal : Polat Akarçay
Klarnet : Aykut Sütoğlu
Brass Grubû : Burak ,Samet ,Atakan
Bas Gîtar : Kemal Büyük
Gîtarên Klasîk, Akûstîk û Elektro : Cem Şengül
Ritm Perkusyon : Ömer Aslan ,Cengiz Ercümer

Gelek spas ji bo hemû kesên ku keda wan di vê berhemê de derbas bûye.

Bi taybetî, Aranjor : Mustafa Beyazkuş
Hunermenda Dengxweş : Rêzan Şîrvan
Derhêner : Zana Production (Veysel Zana)
Menajera Şiyar û Dijwar : Nûjîn Menajerlik
Lîstikvanên Klîpê : Mao Mêrdîn, Sevda Yavûz
Berfîn Elban, Ridwan Elban, Cîhan Aksîn,
Sponsorên Klîpê : Umît Kaya, Umran Îldem,
Koma Real Mardîn, Gandî Berber,
Egîd Nisêbîn û Seyidxan Yiğit.
Alîkarî : Cîhan Aksîn, Zeynî Elban Ramo Elban
Sereraskirina Nivîsan: Mamoste M. Emîn Cırık
Berpirsiyar, berhevkar û belavkarê berhemê: Yusuf Demîr.
Dengên Zarokan : Egîd Elban, Mîray Selvî,
Berfîn Elban, Ridwan Elban.
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Herbiji diliwera ❤❤albümaweya nû pirozbe ❤❤

leylaerkan
visit shbcf.ru