Keça Taybet Înan: Dayika min her li berxwe da

preview_player
Показать описание
Dayika Taybet Înan, beriya 7 salan di êrişên dewleta tirk ên li ser Silopiyê de bi awayekî hovane hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan çend mîtro dûrî malê li kûçeyê ma. Dayika Taybet bi wan dîmenan hate naskirin, lewra divê li jiyana wê bê nêrîn û dîrokek ku rûyê Tirkiyeyê eşkere dike bê dîtin. Dayika Taybet berî jiyana xwe ji dest da wiha gotibû:"Xwezîka ez di ber axa xwe de şehîd bûma. Weyê keskesor danîba ser darbesta min û li van kuçeyan bigeranda."

Laçikên dayikên me spî ne. Ji ber ew xwedawendên aştiyê yên serdemê ne. Lewra guleyên, wan laçikan bi xwînê dişon îxaneta li mirovahiyê ye. Dayika Taybet Înan jî, di 19’ê Kanûna 2015’an de di qedexeyên li navçeya Slopiya bajarê Şirnexê de bi awayekî hovane hate qetilkirin û laçika wê ya spî bi xwînê hate sorkirin. Ew di serî de birîndar bû, hevjîn û tîyê wê yên dewsa nalîna wê hatin jî birîndar bûn. Dayika Taybet û tîyê wê Yusuf Înan ê bi giranî birîndar bû çend mîtro dûrî malê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê Dayika Taybet 7 rojan li kuçeyê ma. Alên spî hatin rakirin lê weke wê laçikê ew jî êriş lê hat kirin. Malbata dayika Taybet ji wê rojê ve laçikên reş li serê xwe dipêçin û vê dîroka bi xwîn şermezar dikin.

Li ser vê hovitiyê re 7 sal derbas dibin û hîna weke îro şîna wan nû ye. Bi wesîleya bibîranînê em bûn mêvanê keça dayika Taybet Înan, Helîme Akin. Dema Helîme me dît weke ku li benda me be, me pêşwazî kir û wêneyê diya xwe û nexşên ku çêkiriye anî gel me. Dema wêne anî, her ku temaşe dikir çavên wê tije dibûn û bêdeng rondik dibarand. Bi wê re pîrika Helîme, zarokên wê û yên temaşe kirin xwe negirtin û giriyan. Ma em çawa ji bîr bikin? Çend mîtro dûrî wan bû ew dîmenên me hemûyan diêşîne. Bi rojan ji dûr nobeta wan cenzeyan girtin. Weke Helîme jî dibêje ew dûrî cenaze 7 rojan li ser hev mirin. Helîme li me temaşe kir û got “Hûn nizanin, dêya min hezkiriya welatê xwe bû. Digot bila ez di ber axa xwe de bimirim. Ew bû şehîd û tucar nehat jibîrkirin. Nayê jibîrkirin. Lewra digot hûn ê keskesoran li ser darbesta min deynin, min li kuçeyan bigerînin. Me ew wesiyeta wê neanî cih û di dilê me de ma. Min cenazeyê wê himbêz nekir, min ji dûr ve ew didît û dimiriyam…”

Рекомендации по теме
join shbcf.ru