'Arîn Mîrkan çîrûska Şoreşa Rojava geş kir'

preview_player
Показать описание
Rêhevala Arîn Mîrkan, Necbîr Agîrî têkildarî salvegera çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan axivî. Necbîrê bal kişand ser çirûska Şoreşa Rojava û wiha got:" Bi hezaran ciwanên kurd hatin Kobanê, li hember çeteyên DAÎŞ'ê şer kirin. DAÎŞ'ê di şerê Kobanê de xwest Şoreşa Rojava têk bibe, lê negihişt armanca xwe. Çirûska 19'ê Tîrmehê her diçû belav dibû. Armanca çeteyan jî têkçûna vê bû. Lê hevalên mîna Arîn Mîrkan çirûska Şoreşa Rojava geş kirin."

Di Hezîrana 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê bajarên Mûsil û Reqa dagir kir û Reqa wek paytext ragihand. Kantona Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kirin û dest bi êrîşên cuda kirin. Ev êrîş heta 15'ê Îlonê dom kirin. Êrişên li ser Kobanê di 15'ê Îlonê dest pê kir.

Çeteyan êrîşî herêmê kirin û bi awayekî hovane gelek kes qetil kirin. Her wiha bû sedema koçberiyê. Li hemberî vê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) tenê bi çekên takekesî û bi hejmarên kêm şer dikirin. Piştre Kobanê hat rizgarkirin. Li ser mijarê rêhevala Arîn Mîrkan ku di şerê Kobanê de cih girtiye Necbîr Agîrî, axivî.
Рекомендации по теме