filmov
tv
Demhat Dêrikî û Nîzar Hesko - Helbest: Gundê Feraşîn

Показать описание
Gundê Feraşîn
Demhat Dêrikî
Diyarî bo kekê min Zagros Feraşîn û hemû gundiyên Feraşînê!..
Berî şev xatir bixwaze û berî bilûra şivanê dildar min di nava xemkeseran de bike mêhvanê êşdiliya xwe,
li bin stêrkên te, ez ber bi bêhna nanê tenûr ve diketim rê!...ez dimeşîn, ber bi te ve dihatim...li aliyekî min lîlav û gula befirê, li aliyek din keskahiya bi nîgarên kirasê bûkaniyê...û li ber çemê te, kenê zarokan û tîrêjên rojê dilê min bi destekulilikên sorî dipêçan! Wê kêliyê, hemû rûbarên şahiyê ji çavê min diherkîn tevlî kenê zeriyên Feraşîn dibûn. Li wê kêliyê, li ser destê awirên ciwanevîndarên vî gundî diçûm qublegeha çîrokên şevçirayên dengbêjiya destan û çîrokên xakevînê û di eşqa tavhilatiya sibehên wê de dibûm mirîdekî matmayî ji dîmena wê re!...wê demê min navê hezkirineke nû li ser romana nenivîsandî ya dilê xwe zêdekir û bûme mêhvanê dubare li nav dilvekiriya dar, kanî, zevî û dengî çûkên bi aram û nanpêjiya dayîkên xwe!.. va dîsa li wirim, lê ev çi ye? Hawar, ka ji min re bêjin! Kanîn malavahiyên ku ez di kanîka çavên xwe de dibirim hembêza kenên zarokan? Kanî ew tenûra ez di nava bêhna nanê xwe de dibirim bêhna kulilikên sorî? Kanî xûşîna pelên daran, çîv çîva çivîkan? Kanî awirên zerî û xortên ku li serê kaniyan di çavê min de destana Edûlê û Zînê digotin...lê niha agir û bêhna şewata çermê mirovan di dilê min de serhildana hawar û qîrînan serî hildide!..û dengek, dengê zarokek, dengê giriyek ku nava min dike parçe parçe tê guhê min, ez di nava lerzîna janên xwe de ber ve diçim, di nava wî dengî de deh caran dimirim û diçim goristanan...waye, dibînim! Ev çi ye yezdan? Ev çi "dilovaniye?", keçeke biçûk, ser û çav di nava şewatê de li xwe dixe, ez berve diçim û ew ber min ve dibezê û dike qîr" agir berdane gundê min, gundê min xirakirin, leşkerê romê pêleyistik û çûka min jî şewitandin!..."rondikên min dibin lehî û di nava peyvên wê de diçin roja min ew zarokên rûken dîtin li ber çemê gund!..