Dîroka Ala Kurdistanê - Xoybûn, Îhsan Nûrî Paşa, Komara Kurd a Agirî, Mehabad û Niha

preview_player
Показать описание
Ala Kurdistanê ku niha ala fermî ya Herêma Federal a Kurdistanê ye, ji aliyê gelek kurdan ve tê pejirandin.

Li Bakur hema hema hemû partî û fraksiyonên cuda vê alê qebûl dikin lê PKK'ê hêj helwesteke zelal nîşan nedaye. Di xwepêşandanên BDP'ê de zêdetir alên KCK'ê û baskên wê yên jêrîn derdikevin pêş.

Partiyên din ên kurdan jî di çalakiyên xwe de cih nadin vê alê.
Hin rêxistinên sivîl dixwazin êdî weke Başûr li Bakur jî ev al desthilat be
Roger Çager dibêje - Rêveberê Tevgera Ciwanên Kurdistanê
Em bang li hemû sazî û dezgehên kurdan dikin bila di çalakiyên xwe de, xwepêşandanên xwe de ala Kurdistanê bilind bikin.
Û
Însiyatîfa Azadiya Kurdistanê ku xwe weke şopînerên Şêx Seîd bi nav dike jî dixwaze êdî ala Kurdistanê li her derê derkeve pêş.
Adnan Firat got - Rêveberê Însiyatîfa Azadiyê
Em jî vê rojê dipejirînin. Bangewaziya me li hemû sazî û rêxistinên kurdan; bila di roja ala Kurdistanê de li hemû sazî û dezgehên xwe ala Kurdistanê daliqînin.
Cara yekemîn bi hezaran alên Kurdistanê di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan a li Amedê de hatin bilindkirin. Roja 16'ê mijdarê ku roja hevdîtinê bû, di dîroka ala Kurdistanê ya Bakur de dibe ku weke mîladek bê qebûlkirin.

**

Ji bo zêdetir klîp û lîsteyên muzîka Kurdî bibin aboneya netkurd'ê.
Daha fazla güncel klip ve Kürtçe müzik listeleri için kanalımıza abone olun.

Lîsteyên muzîka Kurdî yên Netkurdê / Netkurd Kürtçe müzik listeleri:

Ji bo temaşe kirina rêzefîlm û bernameyên tv'yên Kurdî, klîpên Kurdî û hê zêdetir li lîsteyên weşanê yên Netkurdê binêrin:

Kürtçe dizi, tv programları, klipler ve daha fazlası için Netkurd oynatma listelerine bakın:
Рекомендации по теме