Pirsgirêk û astengiyên li ber zarokên Kurdan li Ewropayê çi ne?

preview_player
Показать описание
Rêveberê Perwerdehiya Amadeyî li Renan/Lozan li Swîsre Aso Pîrotî ku şareza ye di warê perwerde û rahênanê beşdarî bultena Rûdaw TVyê bû û behsa pirsgirêk û astengiyên li ber zarokên Kurdan dike li welatên Ewropayê û dibêje, “Zarokên Kurdan ji 4 sîstemên perwerdeyê tên. Beşeke zêde ya zarokên Kurdan qet perwerda Kurdî jî nedîtine. Ev pirsgirêkeke mezin e.” Aso Pîrotî daxwazê ji malbatên Kurd jî dike ku di formên zanyariyan de zimanê zarokên xwe wek Kurdî tomar bikin û ku li gor wê yekê sîstemên welatên lê dijîn, hevkarî û alîkariya zarokan bikin.

Rêveberê Perwerdehiya Amadeyî li Renan/Lozan li Swîsre Aso Pîrotî, derbarê proseya destpêkirina karê xwe li Swîsrê ragihand ku 1989an ew gihişt Swîsrê û li wî welatî di warê Endazyariya Elektrîkê de dest bi xwendinê kir û dibêje, “Wê demê jî ez her mijûlî wanebêjiyê bûm di warê bîrkariyê de. Ji sala 1996an ve ez mijûlî fêrbûn û lêkolînên li ser fêrkirin û perwerdê me.”

`Zarokên Kurdan wek Kurd nayên naskirin`

Aso Pîrotî ku li ser mijara `astengiyên koçberan di warê fêrbûnê de` tezek amade kiriye, paşê li Zanîngeha Cinêv dest bi geşepêdana zanistên fêrkirin û perwerdê kir û li ser proseya fêrbûna koçberan lêkolîn pêk anîn.

Rêveberê Perwerdehiya Amadeyî li Renan/Lozan, eşkere dike ku li wî bajarê lê ye, tevahiya xwendekarên temen 12 ta 16 di bin çavêdêriya wan de ne û li ser hejmara Kurdan li wê herêmê jî amaje bi astengî û kêmasiyekê dike ku ew jî nebûna amareke zelal û rast e li ser hejmara Kurdan û sedema wê jî wiha diyar dike, “Li şûna ku Kurd bên nivîsîn, wek Iraqî, Îranî, Sûrî û Tirkî tên hejmartin. Ev jî asteng e ku lêkolîneke taybet li ser wê civakê bê kirin bo diyarkirina girîft û astengiyên wan û çawaniya çareserkirina pisrgirêkan. Ev jî pirsgirêkeke mezin a civaka Kurdî ye. Eeger datayên rast nebin, çareserî nikare bê pêşkêşkirin.”

`Zarokên Kurdan ji 4 sîstemên perwerdeyê tên`

Li Renan/Lozan bi gotina Aso Pîrotî, her civak dikare bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne û di vî warî de azad e û li ser rewşa Kurdan jî tekez dike, kêşeyên Kurdan gelek in û dibêje, “Zarokên Kurdan ji 4 sîstemên perwerdeyê tên; bo nimûne hinek xwendekarên min, yek xelkê Rojhilat, yek xelkê Rojava, yek xelkê Bakur û yek jî xelkê Başûr e. Hem ziman û hem sîstemên perwerdeyê ciyawazî heye. Ev bi xwe astengiyek e. Astengiyek din jî ew e ku wek Kurd nayên naskirin. Piraniya malbatan jî şiyana entellektuelî nîne ku berevaniyê xwe bikin û bêjin, `na, zimanê me Kurdî ye`.”

Ji bo çareserkirina van girîft û pirsgirêkan jî Aso Pîrotî ku lêkolîn li ser rewşa zarokên Kurd pêk anîne, pêşniyar û daxwazek heye, “Ji bo zarokên Kurdan bi kevin nav datayên lêkolînê bo ku sîstemên demokratîk ên wan welatan alîkariya wan zarok û welatan bikin, daxwaz û rica dikim, her sal dema ku formên zanyariyê tê tijîkirin li dibistanan, Kurd binivîsin `zimanê me yê dayikê Kurdî ye`. Ev parametreyeke girîng e ku ew welat li ser pêşxistina wan zarokan kar bikin.”

`Em projeyekê amade dikin`

Di dewama axaftina xwe de Aso Pîrotî dibêje, li Swîsrê komeleyên civakî bo Kurdî kar dikin, kursan vedikin lê dibêje, ew niha projeyekê amade dikin ku ji bo hemû zarokên miletan, mafê wê hebe bikarin zimanê zikmakî fêr bibin ev jî ji bo du tiştan, “di pêşerojê de bo qazanca Swîsrê û bo bihêz bin ku pêkhateyên Swîsrê tînin.”

Aso Pîrotî behsa wê dike ku ne tenê ji bo Kurdan lê bi giştî, yek ji pirsgirêkên mezin ew e ku “malbat tênegihiştine ku eger zarok zimanê zikmakî fêr nebin, karîgeriyeke mezin li ser geşestendin, pêşketin û gihandina zarokan heye di fêrbûna zimanên wan welatên ku tê de dijîn. Fêrbûna zimanê zikmakî bandoreke gelek girîng li ser jiyana wan dibe.”

Bêhtir;

Рекомендации по теме
join shbcf.ru