XELÎL XEMGÎN- DELAL

preview_player
Показать описание
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Verziyonek ji Delalên Edulê bo Derwêşê Evdî!.

DELAL.


Delal...
Heylo lo delal..., lo weylo, loweylo....
xem û xeyala min heylo lo weylo....
Delal. Delalê min delalîne, siwarê hespê kihêlî nêrî kab hişîne,
Telesma ser devê delalê min, simêlên sohrî henabîne bi ser rûyan de, şikestîne.
Hogê binê beriyê, stêrka serê sibê, gelewêja birbangîne, lo wey lo....
Delalo wezo, ya bext reş û ser bi dumane wezo,
ya dewran lê qulibiya ya wezo,
Ya li ebrê Milan, li navbera çît û perdan û stûnê konan de,
bext û miraz lê şikestiya ye wezo,
na weleh, ya li ebra Milan weza ji delalî malê re nemayo weylo..... xem û xeyala siwarê dilê min kanî weylo....



Delalo were mala, wez bi qurbano were mala,
Serê vê sibê ji pêşiya deriyê mala rabûn, sê karên, sê xezala...
Yekê xwe daye pêşiya delalê malê, herdu yên din, jêra hogir û hevale...
Yadê, dikim taştiyekê ji delalî malê re çêkim,
wez dikim berxê berderiyê kozê,

Yek salî, dolê wî beranî, jêre serî jêkim,
di sinîka zîv û zêr de, bi birinca qerejdaxê, rûnê heft hîzan û kûzan, jê re lêkim, lo weylo...
Gava delalî malê qayîl nebe,
wezê sîng û berê ubêda, stuyê gerden û morî û mircanan,
bi zendên gistîr û bazina, bi hemêla qumrîka, jê re bi serda li bakim....

Yadê wez dikim delalî malê li ebra milaniyê bi rêkim.
Wez dikim linga di zengê kim,
Ji kef û nênukên hinekirî, ji bazinên zenda rihînekê di binê beriyê kim.
Dikim delalî xwe berdim:
Li xêma binê berriyê, li deşta dûze
Li kendalên xûze...
Li girê Qermîtê,
Li binê Mêrdînê,
li qûça neyaran
Li erdekî bê pîvane,
li kişandina şûr û mertalan,
li qulibandina çeplên xweşmêra..
Li gurmîn û reqe reqa ewran,
li şerekî mezin û girane.
Wey xwidêyo, bavê min xêr û xweşiyê ji xwe nebînê,
ev çi dîn û çi wijdane,
Delalê malê,
Bi tenha li hember hezar û heftsed siwarê Gêsan û Tirkan,
Di şer û cenga girane...
Lo weylo... xem û xelaya siwarê min kanî delal.

Gotin û awaz: gelêrî.
Berhevkirin: Xelîl Xemgîn

Hesabên min ên fermî evin./ Follow Xelil Xemgin on his social media accounts:

#xelilxemgin #name #delal
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Bavê min ê rehmetî ji strana te pir hez dikir, tim lê guhdarî dikir.

mustafaoso-wvbi
Автор

Kenaleka başûrê Kurdistanê videoyek belav kiribû cotkarek li gel hevalên xwe li nav zeviyên zeytûnan li Efrînê ev mewal digot wî jî wisa xweş digot, ev mewal anî bîra min dîsa
Bi hêvî me nêzîk ne dûr Efrîn bi giştî rizgar bibe ❤❤❤

cegerresul
Автор

Rahmetli babamın en sevdiği sanatçıydı xelil xemgin. Ne zaman sesini bı yerlerden duysam hep babam ve çocukluğum aklıma gelir. Buna vesile oldugun için Allah razı olsun senden xelil xemgin.

ilyaspolat
Автор

Bave selah'in dervise evdi eserinden ufak bir kesit.rahmetli babam soylerdi 1 saat boyunca usanmadan dinlerdim.keske o eski gunlere dönebilsem

EmreYasar-twsc
Автор

Bazı acıları ifade etmek istersin dilin dönmez
Derdini anlatmak istersin kelimeler kifayetsiz kalır
Bir köşede sessizce oturup bu şarkıyı dinlersin
Göz olur çektiğin acıları görür
Söz olur derdini anlattırır
Mamoste Xelil Xemgin♥️

diyarhamitoglu
Автор

Konya Yunak' tan selamlar, Türkülerin dili, yürektir, onu yürekten söyleyen güzel söyler, onu yürekten dinleyen iyi anlar...her hangi bir tercümeye gerek yoktur ...Zaten yürekten dinlerseniz acıyı hissedersiniz...Çok İçten okumuşsun be usta...saygıyla

kirikcesme
Автор

Ez ji delale malêre ne mayim. Lo weylo lo weylo lo weylo mekanın Cennet olsun Yusuf'um 😢😢😢

hasimsoysal
Автор

Keke xelil ez heyrane deng u avaza te. Tu her hebı 💐💐✌️

aryan-ykht
Автор

mamoste xelil, deng û dîle te sağ be, tû her hebi

ubeube
Автор

Çocukluğumuz seni dinlemek le geçti
Zaroktiya me guhdariyatera derbazbu mamoste ❤❤❤❤

fakiolmez
Автор

Herbiji Mamostêyê delal va bist salê ez te guhdar dıkım tu her hebi. İlk defa Diyarbakır li değerli bir aziz Dostum bana Xelîl Xemgîn' in kasetini hediye etmişti o gündür bugündür hayranlıxım bitmemiştir varlıxın daim olsun büyük Hozanım

kasmberk
Автор

Neha ev rûpela fermî ya mamoste Xelîl xemgîne heke rast eve çi şerme ji me kurdan re ku hunermendek huqas mezin tenê ev şopînerên wî bin mixabin😪😥

behrozqore
Автор

Allah kürdün yüregine ses vermiş.
Yüreklerine güzelliklerine kurban

mehmetalibiner
Автор

Yönünü şaşırmış bir mermi gibiyim, Nereye düşsem tarumar edeceğimi biliyorum...
Allahım yüreği güzel paylaşmayi bilen insanları, Gündüz külahlı gece belalılardan koru...

yorgunsuvari
Автор

dengê te her li duniyayê be kekê Xelîl,
bi Rastî jî dastaneke pir xweş e, ticara nayê ji bîr kirin, bila xwedê ruhê aşiqa li axretê şad bike 😥💔🙏

adilbashar-
Автор

Deng u dilen veni heja xweş bı mamoste heja lavke efrine ji Qosere Slav u rez serkeftin 💚❤️💛✌️👑🌹🙏

xezebo
Автор

Wateya vê strane jibo min gelekî cudaye mamoste. Bawerim wê soz û doza şehîdên mê bi zaferê bê tacîdar kirin.

Ridvanroj
Автор

Wey xwedêyo, bavê min xêr û xweşiyê ji xwe nebîne,
ev çi dîn û çi wijdan e !
Delalê malê,
Bi tenha li hember hezar û heft sed siwarê Gêsan û Tirkan,
Di şer û cenga giran e...
Lo weylo...
Xem û xeyala siwarê min kanî delal ?

roni.
Автор

Slav jî Amedê dengê dilê te saxbê mamostê ez gelêk ji we hezdikim her stranê te dilê mirov coşî dike serkeftin dixwazim her hebîn ❤🫡🍀✨️🌺🇬🇫🥰

ArjînTalva
Автор

Slav u réz mamoste tuherhebi sehet xaş biji te xemginbunami heribilindkir

mustafayldz