filmov
tv
Yeqîn - Mixabin - [Official Audio | 2019 © SesMedia]

Показать описание
Yeqîn - Mixabin - [2019 / ©SesMedia]
helbest: Sebrî Botanî
beste: Mihemed Şêxo
întro 3: Yeqîn H.
compitur program, keyboard,
cûra û gîtara bass: H.Murat Sığırcı
gîtara klasîk û elektrîk: Can Erdoğan
çello: Candost Özkan
viyola û keman: Berk Çağatay
vokal: Songül Kahraman Yalçın
Dengê ku ji êşa mezin, ji xewna mezin, ji birîna mezin û ji evîna mezin biherike, bipêle, bixuşe û wekî nermebaranekê bi ser daristanên şewitî de, bi ser bijangên dayikên reşgirêdayî de û bi ser keviyên şevistana evîndaran de bibare; ew deng, pêwist e dengê Mihemed Şêxoyê dastanbêj be!..
Dengê ku dixwest perdeyên bêdengiyê biçirrîne, birc û kelehên zorbaziyê birûxîne, axa bindestan bi rondikan binimîne, asoyên xwelîreng ên nasnameya me bi keskesoran bixemilîne, sirûdên kesk di damarên çiyayan û nihêl û pesaran de biteqîne; ew deng, pêwist e dîsa dengê Mihemed Şêxoyê êşhilgir be..
Dengê ku tu caran pîr nabe, dengê ku tu caran dest ji gulên evînê bernade..
Belê...Bi qasî ku xwestin dengê wî bikujin ew qasî jî bi dehan deng ji gewriya êşa wî derketin û ji dayik bûn..
Bi qasî ku xwestin hêlînên xewna wî biherifînin ew qasî jî bi dehan çûkên zêrîn ji hêlînên xewna wî firriyan û di esmanê stranê de dest bi çîveçîva ebedî ya sirûdên azadiyê kirin..
Hunermendiya Mihemed Şêxo ya herî mezin jî ew e ku stranên wî, di hemî dem û serdeman de, dikarin bi şêwazên cihêreng dubare bibin, nûjen bibin û herikînên xwe di hestên me de berdewam bikin.
Hewldana Yeqîn H. jî, yek ji wan şêwazan e. Ji şêwazên ku Mihemed Şêxo di hişê me de, di nexşeya janên me de amade dikin û di naveroka nasnameya me de jî zindî dihêlin.
Ehmedê Huseynî-Helbestkar
22. 03. 2013
Mihemed Şêxo, bêhnvedana Biskê ye; êşa xelkekî dinihirîne li malzaroka zemên, li kerrîneka guhê Valahiyê. Halan e li jêrzemînên dil, olan e li kanyonên ruh; ne nizm dibe û ne kevin! Nû ye û wê germ germ bijene, wek hembêza Dê û dilvedana wê..
Mehemed Şêxo, tipetipa dilê peyvê ye; ji dilê kurd-ekî dinisile hinavê cerga kurd-mancî; wek çirrek ava ji hêsirên Dê, li kelekela havînekê diherike lêvê. Govend dest pê dike li qesra pişikê -şahî, seriyekî dikişîne, girî dawiyekê... Dinihirîne, dilîrîne; xelkekî xemxwar û azirî dihewîne, distirîne… do, îro û heta bi hetayê.
Yeqîn H., dil vedaye li ber, hebandiye ew, mehandiye du dil û du awaz. Dudu bûne yek; yekî nû yî hurr. Teniktir kiriye têlên dil, jenandiye peyv; vehewandiye awaz-ên cihêreng. Yeqîn bikin, vê harmoniya ji awaza Bavê Felek û Bavê Biyan, nêt heye ku bibe gerdûnî -wê bibe jî.
Ez Yeqîn im ji te, Yeqîn H..
H.Kovan Baqî
27. 03. 2013
tomar: H.Murat Sığırcı, Bülent Bapir, Murat Yapıştıran
aranje: H.Murat Sığırcı
mîks-masterîng: Bülent Bapir

Комментарии