dengbej mıraz / hüseyin paşa

preview_player
Показать описание
SADIK AKKOYUN
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

HAYDERAN _ torun _ asi aşireti ne selamlar ağzınıza sağlık

emirkaya
Автор

ELÎ BEGÊ-BERXÊ MALA PAŞÊ¹

Digo de lê lê Xezalê nemayê sibe bû
ezê li diharî Hozdemirê²
warê Mala Paşê diketim
ji dilê min û te ra
gelo vê sibengê li hûr deviyayê
xwezila ji xêrê xweziyê di Xwedê ra
mi bi çavê serê xwe bidîta
Bavê Elî kekê Ûsê siwarê Seyro
ji kavilya Qizqapanê siwar bibiya
komê xulama li dû bûna bi sê ciyayê
gelî gundî cînarno gilî gazin û loma ji mi nekin
xelkê wenda kirî teke û tûke
minê wenda kirî Bavê Elî kekê Ûsê bi siwarê Seyro
tu sêr bike gelo torinê Mala Paşê
beranek ji beranê pezkûviya
de lo heya dunya xweş ava be
li piştî torinê Mala Paşê ezê rûnêm
ji derdê giran ra dîsa bibêjim Zabito lo ho li minê

Ez nemînim nemînim nemînim ... ji siwara ji peya ra nemînim ji axa ra nemînim ji qenca ra
nemînim ji maqûla ra
nemînim ji berxê Mala Kor Husên Pașa ra

Lê lê dayê rebenê sibe bû
ezê diçûme Erdîșa şewitî bişewite
ji dilê min û te ra
ber û berî vê Xelatê li kevir û tașa
sêr bike li tilî bêçiyê Elî Begê berxê Mala Pașê
li gustîla hehû rebenê gelo dîsa li van qașa
hela rabe sêr bike gelo
li tilî û bêçiyê Elî Begê berxê Mala Paşê
wey la li mi nemayê efendiyê Mala Axê

hehû rebenê gelo vê sibengê
li gustíla ji xwe ra li van qașa
kesekî tune cuwabekî bide Nadir Begê³
bêje mala te xira be
îro ji êvara Xwedê da di şewitiya Elcewazê da
Elî Beg nexweş e pir bedhal e
gelo vê sibengê teze min dizanibû
hinga mi dizanibû qelyabû Mala Kor Husên Paşa

Ez nemînim nemînim nemînim... ji axa ra
ez nemînim ji siwara ji peya ra
nemînim ji gula govenda siwarê Çiçekê ra
gidîno gelo ji axayê axa ra
ji efendiyê nava efendiya ra
berdevkê mîran û hakima ra
tilî û bêçiyê li ser qelema ra
ji Elî Begê berxê Mala Husen Paşa ra

Lê lê dayê rebenê sibe bu gelo vê sibengê
ezê li diharî Patnosê diketim
dilê min û te ra wa li til e
mi dî Elî Beg ji gavê din da ji malê derketiye
çentê efendiye ca li mile
Xwedê xirav bike
berê xwe da şewitiya Erdîşê berjêr dimilmile
gelî gundî cînarno
minê bala xwe berdayê bi made ye
dilê begê min ji xwe ra bi keder û ca bi kul e
kesekî xwedanê xêra tune
ciwabekî ji Nadir Begê ra bihere
bêje mala te xirav be tu li Zomikê⁴ çi rûniştî
hela rabe ciwabekî nebxêrê hatiye
dibê Elî Beg ji Erdîşê çûye Elcewazê
nexweş e pir bedhal e
hela rabe vê sibengê çi bikim ocaxê te kor be
ûrtê Mala Paşê qeliyaye
ez çi bikim hevalê Elî Begê min
ji xwe ra xişîm û pir cahil e

Ez nemînim nemînim nemînim... ji axa ra
nemînim ji suwara ji peya ra
le gelo ji berxê Mala Husên Pașa ra
ji gula nava siwar û peya ra
na wele ji berdevkê mîran û hakima ra
ez nemînim vê sibengê malxirabo
ji kela dujmin û neyara
hehû rebenê vê sibengê neyara ra

Lê lê dayé rebenê sibe bu gelo vê sibengê
ezê bi diharî Patnosê diketim
dilê min û te ra gelo vê sibengê bi qewax ê
hela sêr bike ezê daketime berê Geliyê Zilan serê Erdişê
Xwedê xirav bike vê sibengê newal û bi şax ê
gelî gundî cînarno gilî gazin û loma mekin
mi nizanibû Elî Beg berxê Mala Paşê
berxê Salih Begê peyayê bi tenê
gula govenda, berdevkê mîran û hakima
hetanî roja îro cahil nebû xişim nebû nezan nebû
dabû pey gede û gûde berê xwe dabû Erdîşê
minê nizanibû gelo kîjan dêtolî kîjan bavecemî
bi serê Begê mi çêkir şax û boyaxe
lê lê dayê rebenê tu sêr bike
keseke tune ciwabekî bide Nadir Begê
li Zomikê bêje mala te xirav be
hela rabe ciwabekî nebixêrê hatiye
dibê Elî Beg ji Erdîşê derbas biye Elcewazê
nexweş e pir bedhal e berxê Mala Paşê
îro ji êvara Xwedê da li serê dilê mi xistiye gelo
cote tîr û reben ez im gelo vê sibengê cote dax e

Ez nemînim nemînim nemînim...
nemînim ji suwara ji peya ra
nemînim ji axa ra
ji gula govenda, berdevkê mîran û hakima ra
tilî û bêçiyê ser qelema ra
wey la li mi nemayê ji hûrgula qarişî siwara
hehû rebenê ji kela qarişî neyara ra

Lê lê dayê rebenê sibe bû
ezê vê sibengê li dîharî Patnosê diketim
ber û berê Erdîşê diketim li quntarî çiyayê
minê bala xwe berdayê
Elî Beg berxê Mala Paşê ji malê rabû
hela bala xwe bidê malxirabo li qaşan û gustîla
reben ez im vê sibengê li movikê di tilyayê
ji gavê din da kete nava di gede û gûde, cahil û cuhûla
ji kêfê ra berê xwe dabû şewitiya Erdîşê
hehû rebenê ji xwe ra dîsa dimeşiya
ciwabekî nebixêrê hatiye Patnosê
derbas bikin Zomikê ji Nadir Begê ra bêjin
mala te xirav be tu rabe gelo
tuyê li wê derê çi sekiniye
Elî Beg ji Erdîşê derbas bûye Elcewazê
ciwabekî nebxêrê hatiye
dibê nexweş e pir bedhal e
mala xwe xirav bike ocaxê xwe kor bike
hînga mi dizanibû pişta Nadir Begê
bi donzdeh ciya ji xwe ra dișikiya
ûrt û ocaxê Mala Kor Husên Paşa
ji dewrana dunyalikê diqeliya

Ez nemînim nemînim nemînim...
ji axa ra ji suwara ji peya ra
ji berxê Mala Husên Paşa ra
berdevkê mîran u hakima ra
ji gula govenda malxirabo
tilî û bêçiyê ser defter û qelema ra
na wele ji kela qarişi neyar û dijmina ra.


1 Torinê Kor Husên Paşa ye.
2 Gundekî Patnosê ye.
3 Lawê Kor Husên Paşa, apê Elî Begê ye.
4 Gundekî li ser navçeya Patnosê ye.

Şakiro
Antolojiya Dengbêjan
Ömer Güneş - İbrahim Şahin

medaymed