Huseynê Muşî - Bavê Dilşayê

preview_player
Показать описание
Klamek ji dilê Huseynê Muşî
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

BAVÊ DILŞAYÊ - ŞERÊ KOPÊ

Axao şerekî li me çêbû li orta Kopê li Dêrikê
hê wê hê bi qewax e
şahde û şûhdé Bavê Dilşayê¹ li dunyayê pir gelek e firqekek eskerê kafirê Sarî Moskof²
îro ji êvar da rakiriye ji Kopê hê hê ji toprax e
mi dî ji gavê din da Kokê ji wê da dihat li çogê xwe dixist gelo digiriya
heywax li mi hê hê wê hê waxewax e
digo Cindî³ korayî di çavê min û te da hato
derbekî gawir bedena Bavê Dilşayê ketiye
tu sêr bike cinyazê Bavê Dilşayê
li ser pişta Gêjo⁴ girêdane qisqivrax e
bê Seîd here hê wê hê ku rêya dîn e
bi gotinê alim û kitêba dibê herçî kesê gula Ûris pêra lêkeve
hewû gidî gelo xalis şehîd e şik û şubhe ji bonê tunîne

Axaho şerekî li me çêbû li orta Kopê li Dêrikê
hê hê hê wê hê hê hê hê li bilindciya
şahde û şûhdê Bavê Dilşayê li dunyayê pir gelek e firqeke eskerê kafirê Sarî Moskof
îro ji êvar da rakiriye ji Kopê hê wê hê ji mewziya
mi dî ji gavê din da Kokê ji wê da dihat
li çogê xwe dixist gelo bi waxê waxê hê hê digiriya digo Cindî korayî di çavê min û te da hato
derbekî gawir bedena Bavê Dilşayê ketiye
hînga mi dizanîbû ûrt û ocaxê Mala Elî Axa
ji dine hê wê hê diqeliya
bê Seîd here hê wê hê ku rêya dîn e
bi gotinê alim û kitêba dibê herçî gula Úris pêra lêkeve
xalis şehîd e şik û şubhe ji bonê tunîne.


1Seîdê Nado ye, ji navçeya Vartoyê gundê Anêrê ye.
2 Di peyva "tsarî" de bilêvkirina tîpa "ts"yê di navbera "s" û "c"yè de ye. Ne tam "s" ye, ne jî tam"ç" ye. Dengbêjan nêzîkî "s"yê bi lêv kirine û "Sarî" gotine. Ev peyv di zimanë Tirkî de ji bi awayè "çar-çarlık" tê bilêvkirin.
3 Ji serokeşîrên Cibiran yek e. Ji navçeya Vartoyê apê Seîdê Nado ye.
4 Navê hespê Bavê Dilşayê ye.

Şakiro
Antolojiya Dengbêjan
Ömer Güneş & İbrahim Şahin

medaymed