Siya Şevê-PÎS

preview_player
Показать описание
Sîya Shevê, Albuma xwe ya nû ya bi navê BÊYOM derxist!!! Weke kurdekî ku mûzîka kurdî ji nêzve dishopine, dixwazim chend bêjeyan di derheqê siya shevê de bi were parvekim.
Kesên ku muzîka kurdî ji nêzve dishopinin dizanin ku bi taybetîjî vê dema dawî xetimandinek gelek xeter li ser cand wêje u hunera kurdî digere. Kes, sazî u komên muzîkê ku di salên 1990 ande bê hempa berhemên nu diafirandin, iro mixabin ji carcoveyên xwe yên kevnar nikarin xwe bishon. hertim kêmasîyên wan hene, di warê ziman , gîyana wêjeyî, amurên muzîkê u herwiha shêwe u stilên ku bikartînin nikarin biguherînin u pêsve bibin. Bêhtir berhemên grêdayî pîyasê, rewsa sîyasî u di warê nirxên hunerîde sivik diafirînin.

Ger rewsh wisabe tenê rêyeke chareserîyê dimîne, ewjî alternativên ku xwe ji van nexweshiyan durxistî, afrêner u ya herî grîng xwe ji pîyasê yani ji peran durxistîye.
Ez chêbuna sîya sevê weke derketina partîya Karkerên Kurdistanê dibînim. Li ser ruyê vê axê systemek tenê heye ku têde pere bê wateye ewji systema pkk ê ye. u di warê muzîkêdeji derketin, berxwedan û pêshvecuna siya sevê dishibînim vê.

Siya sevê gotin, muzîk, aranje, qeyd, montaj, wêneyê qapax, copykirin, u belavkirina berhemên xwe tenê bi serê xwe dike. Bawer nakim ku tu kom anjî kesên navdar bi vî awayî ji hertishtî serbixwe berheman derxînin holê.

Dema mirov li gotinên stranan guhdar dike, mirov dibîne ku ew sed sale gotinên ku di hunera kurdîde bune kronik kêmin. Nêrînek nujen, mêjîyek nujen u herwiha giranbihaye. Ji alîyê din telafuz a zimanê kurdî birastîjî zelal u paqije. Gellek kes neha di pîyasa muzika kurdîde cîh digrin lê dema mirov li wan berheman dinêre mêjîyê tirkî hakîm e. gotin bi tirki hatine nivisin lê hatîye zîvirandin. Lê di gotinên siya sevêde mirov wê cewherê zimanê kurdî dibîne.

Shêwe u tarzê ku ew bikartînin, ne kopyaya rojava, nejî weke hunermendên din yên kurd ji sê nota yan bikar nayê. style u shêweyê muzîka wan taybete. herciqas amur u instrûmentê rojava bikarbînin jî deng mêjî xeyal u ziman kurdîye. Mixabin di pîyasa muzîka kurdîde gellek kêm kes xwedî van taybetmendiyaye. Melodîyên ku di albuma bêyom de bikaranîne, li gor albumên berê profesyoneltire, lê li gor nêrîna min di warê nirxê hunerîde albumên berê ji bêyom serkeftîtirbu.

Di dawîyêde tenê dixwazim sê pirsan bikim, sê pirsên ku bersiva wan herkesek bixwe bide.

1- Em jiber chi Siya shevê di televizyon, radyo cerîde rojname u sazîyên medyaya kurdîde nabînin???

2- Gelo ji ber chi sedemî Di calakîyên kurdewarî, shev, Konsert u festîwalande em nikarin guh li Sîya Shevê bigrin?

3-Ger bi zanebun hinek wan dernaxînin ser dika hunerê, chima derheqê wande informasyonên erênî anjî neyênî nadin?

Hêwidarim ew pirs bê bersiv nemînin u komek bi vî rengî hêja di hunera kurdide cihê xwe li gor astê adîlane bigre.

Ciwan Zagros
Рекомендации по теме