Mihemed Arif Cizrawî - Babê Nurê

preview_player
Показать описание
Stranek ji klasîkên Mihemed Arif Cizrawî.
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Ew bo çi şerrî dikî, şerrê dewletê
Welle bo çi lêwayê, lêwayê, lêwayê, lêwayê
-hewar dikim nizanim çima he
Berdê, berdê, delalê diya xu de berdê
Şerrî bike, tirsa min ew tirs e
Şerrê dewletê ji te nayê rebeno
Welle tirsa min ew tirs e, tu serê min rebena Xudê
Deyka xu bî, 'eşîra xu bî, bêxî li ber qeda w belayê vê dewletê
Got: Lele lêwayê lêlê lêwayê
Welle berê xu didê xopanê Ermedîn e
Dilê min rebenê Xudê gelekî dilodîn e
Babê Nûrê Siwar dibî li hespê di mehîn e
Welle berê xu didê xupanê Ermedîn e
Wextê siwar dibê li hespê di mehîn e
Berê xu didê xopanê Ermedîne

Fekî hindekê nijdevana pêşya Babê Nûrê
Li çemî kemîn danîne, rûniştîne
Serekê nijdevana gazî kirî gotî Babê Nûrê:
Te Navê xu li nav kûçkû dîwanxanên mêr û mêrxasa dida
Heke tu rastî bî, rabe dest hilîne
Li nav kûçk û dîwanxanên mêr û mêrxasa dida
Heke tu rastî bî, rabe dest hilîne.
Babê Nûrê lê kirî gazî, goti:
U pakîtê fişekên canfīdana Babê Nûrê le diheşîne-
Dibêtin navê xu li nav kûçk û dîwanxana mêra didem
Heçî mêrekî baş e, bla bê pêşber Babê Nûr
Delêlê wayê, lêwayê, lêwayê, lêwayê
Were lêlêwayê, lêwayê, lêwayê, lêwayê
Ezê hindî hawar dikim, hawar nayê
Welle kurê mino, tirsa min ew tirs e
Tu serê 'eşîra xu bêxî qeda w bela w teşqelên vê dinyayê

Babê Nûrê çûbî sekinîbî li devê bîrê
Welle gazî kirî gotî: Hedû Rabe
Rabe lingê xu bêxe rikêba bozê
Lingê xu bêxe rikêba bozê
Ezê te birevînim
Te bibme banê sîlava w ber ava Mala Mihemedê Kilhê
Hedû gazî kirî gotî: Babê Nûrê bi te ra
nayîm Mala Mihemedê Kilhê
Heçî Mala Mihemedê Kilhê nin ji bereka mala babê xu da
Weke hindeka bêbext in, direwîn in
Heçî Mala Mihemedê Kilhê nin Hedû gotî
Ji bereka mala babê xu da bêqewl in û bêbext in
Par vî çaxî heft birakê min kuştibîn ser sifra xwînê
lêlê lêwayê
Hawar dikim, hawar nayê
Welle çi bikim hawara me dwîr e lolo
Tirsa min ew tirs e kurê min, mi bêxî lêlê lêwayê
Qeda w belayê vê dinyayê

Çavkanî (Kaynak): M. Arif Cizrewî
Nivîsî (Yazıya Geçiren): M. Tanrikulu
(Ehmedê Cizrewî: Aynı eser, Bağdat-1992)

Berhevok