filmov
tv
Festîvala Arîn Mîrkan | Dengê Amerîka

Показать описание
Duyemîn festîvala Arîn Mîrkan ya şanoyê li Kobanê hat lidarxistin.
Festîvala Arîn ya zilf û biskên aştiyê ya şanoyê di 5ê cotmehê de li ser dika navenda Baqî Xido ya çand û hunerê dest pê kir , û dê ev festîval 10 rojan dewam bike , û komên şanoyê ji tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bajarê Helebê jî beşdar dibin, hevserokê desteya çandê ya herêma Firatê Ziyad Elî ji Dengê Amerîka re anî ziman ku armanca wan ji vê festîvalê ew e ku hêviyên gelê xwe û pirsgirêkên civakê bi riya şanoyê pêşkeş bikin.
Rêveberê festîvalê Hisên xanî ji Dengê Amerîka re diyar kir ku cudahiya vê festîvalê ew e ku komên serbixwe jî beşdar dibin her wiha Hisên Xanî ji bo rewşa herêmê û qutbûna rê jî got ku ev bû sedem ku festîval nebe navnetewî û komên ji derve nikaribin beşdar bibin.
Derhêner Roşan Reşo anî ziman ku nameya wan ji vê festîvalê ew e ku êşa gelê kurd bînin ziman, û bi riya şano û hunerê mesaja yekîtiyê bighînin welatiyan her wiha çalakiyên wiha bighînin asta navdewletî.
Hêjayî gotinê ye ku ev festîval di roja ku Arîn Mîrkan jiyana xwe ji dest da hate destpêkirin. Arîn Mîrkan jî yek ji sembolên berxwedaniya Kobanê ye ku li hemberê Daîşê canê xwe feda kir.
Dengê Amerîka (VOA) mezintirîn dezgeha nûçevanî ya multîmedya ya Amerîkî ye ku bi 45 zimanan weşanê dike û xwe digehîne herêmên bi azadîya sînorkirî yan bê azadîya ragihandinê.
VOA di sala 1942’an de hate damêzirandin û budceya wê bi tevahî bi diravên bacên Amerîkîyan tê. VOA beşeke girêng ya Ajansa Medya Gerdûnî ya Amerîka (U.S. Agency for Global Media) ye.
Erka VOA û azadîya wê ya edîtoryalî bi hin qanûnan tê garantî kirin ku ew jî rojnbamevanên VOA ji bandor, givaştin û tolhildana ji karbidestên hikûmetê û sîyasetvanan diparêze.