Şanoya Bajar a Amedê 8'emîn mîhrîcana xwe li dar dixe

preview_player
Показать описание
Şanoya Bajar a Amedê di navbera 20 û 30’ê cotmehê de bi dirûşma “Va Cûdî û va ye ev ax” 8’emîn mihrîcana xwe li dar dixe. Lîstikvan Berfîn Emektar, anî ziman ku temaşevanên wan herî zêde jin in û lîstikên wan ji aliyê jinan ve eleqeyeke mezin dîbînin. Ji ber ku jin herî zêde xwedî li çanda xwe derdikevin.

Piştî ku qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin şûnde, lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê ku di bin banê şaredariyê de kar û xebatên xwe dimeşandin ji karê xwe hatin dûrxistin. Li ser vê yekê lîstikvanan di 12’ê Sibata 2017’an de Şanoya Bajar a Amedê ava kirin û ji wê demê vir ve xebatên xwe bênavber didomînin. Ligel hemû astangî û derfetên kêm jî şanoya ku xebatên xwe didomîne ji aliyê gel ve jî lîstikên wê eleqeyeke mezin dibînin. Şanoya Bajar a Amedê ku bênavber xebatên xwe didomîne niha jî 8’emîn mihrîcana xwe bi dirûşma “Va Cûdî û va ye ev ax” dê li dar bixe. Di çarçoveya mihrîcana ku di navbera 20 û 30’ê Cotmehê de dê bê lidarxistin de 17 lîstên şanoyê dê bên pêşandan.
.
.
.
#şano #çand #huner #lîstik #mîhrîcan #ŞanoyaBajaraAmedê
Рекомендации по теме
welcome to shbcf.ru