Mehmet Atli & Aydin Ekîn - No Çi Hal o @MehmetATLI

preview_player
Показать описание
Gotin: Mehmet Atli
Muzîk: Mehmet Atli
Рекомендации по теме
Комментарии
Автор

Di mêjûya 13.07.2024'an de enstituya diyarbekir bo lêkolînên siyasi û civakî(DÎSA) bi navê "Sanatın izinde Mehmet ATLI ile 30 yıl" weke pîrozbahî bo 30 salîya hundermendiya wî, gotûbêjek bi mamoste Mehmet Atli re li dar xist. Ez gelekî bi şans û bextewar bûm ku min li wê derê derfetê dît ku bi mamosteyê hêja û nefs-biçûk Mehmet Atli re gitarê lê xim û pê re duet bikim. Ji bo min weke pêkanîna xeyala zarokatiya min bû. Ji dil û can spasdar im ji hundermendê xwe yê zarokatiyê re, ji hunermendê ku bi stranên wî mezin bûme, ji hunermendê ku bi ilhamên stranên xwe yên bêhempa rêya min û gelekên din li muzikê vekir. 30 salîya hundermendiya te pîroz be mamoste ❣️

Têbinî: Ev bûyer û rasthatina min bi mamoste Mehmet Atli re çîroka nivîskar Kazuo Ishiguro ya bi navê "Stranbêjê Evînê( Aşk Şarkıcısı)" anî bîra min ku di wê çîrokê de jî gîtarîstekî ciwan li Venedikê rastî hunermendê zarokatiya xwe tê ku bi stranên wî hunermendî mezin bûye. Ev rasthatin derfetê dide vê gîtarîstê ciwan ku bi hunermendê xwe yê zarokatiyê re gîtarê lê xwe û pê re duet bike. Ev gotinên gîtarîstê ciwan weke ku çîroka rasthatina min û mamoste Mehmet Atli vebêje: " Weke ku hûn jî texmîn dikin ev pêşniyar mîna pêkhatina xewnekê bû" 😊 (Kazuo Ishiguro, Noktürnler - Müziğe ve Günbatımına Dair Öyküler, Yapı Kredi Yayınları, çev. Zeynep Erkut, syf. 15)

AydinEkîn
visit shbcf.ru