filmov
tv
Helbesta Kurdî Omer Barasî DengdayînVengdayîş Deng Hesenê Cindî

Показать описание
Dengdayîn
Devê cinawiran fireh, diranên wan tuj e
Ey gerokê çol û çiyayan
Ronahî li ku ye, rê li ku?
Mifteya pirsên me li ku ye?
Bêje ji me ra
Ji hîkayet û çîrokan bêje
Tehl şirîn, çetîn hêsan dibe.
Xalitiya rihê me li ku ye ?
Bêje.
Bijiyên hespên azirî de?
Yan hêlîna hechecikan de?
Binê çakên darşîlanan de?
Yan rehma morîstangan de?
Rast bêje ey terziyê tip û tazî,
Di tariyê de neynik bi kêrî çi tê?
Çehvê mirinê sor e, zikê wê birçî.
Ey Evdalê axirzemanî,
Hêvî wa li ku ye, şahî li ku?
Bêje, ji destxetan, ji mishefan bêje
Şolî zelal, tarî ronî dibe.
Mehneya jiyana me li ku ye?
Bêje.
Li pey heft çiyayan, binê behran de ye?
Yan simên pezkoviyan de?
Di hundirê hinaran, toximê zeytûnan de?
Yan wextên esirkî de ye?
De bêje ey Evdalê lal û ker,
Ji me re stranên dengbêjên kor bêje.
Helbest: Omer Barasî
Xwendin: Hesenê Cindî
Wergêr û wêne: Mem Artemêt
Nîşe: Di esasê xwe de navê vê helbestê “Vengdayîş” e ku ji hêla Omer Barasî ve bi kirdkî hatiye nivîsîn.
Musîc: Levon Minassian - Bab' aziz
Devê cinawiran fireh, diranên wan tuj e
Ey gerokê çol û çiyayan
Ronahî li ku ye, rê li ku?
Mifteya pirsên me li ku ye?
Bêje ji me ra
Ji hîkayet û çîrokan bêje
Tehl şirîn, çetîn hêsan dibe.
Xalitiya rihê me li ku ye ?
Bêje.
Bijiyên hespên azirî de?
Yan hêlîna hechecikan de?
Binê çakên darşîlanan de?
Yan rehma morîstangan de?
Rast bêje ey terziyê tip û tazî,
Di tariyê de neynik bi kêrî çi tê?
Çehvê mirinê sor e, zikê wê birçî.
Ey Evdalê axirzemanî,
Hêvî wa li ku ye, şahî li ku?
Bêje, ji destxetan, ji mishefan bêje
Şolî zelal, tarî ronî dibe.
Mehneya jiyana me li ku ye?
Bêje.
Li pey heft çiyayan, binê behran de ye?
Yan simên pezkoviyan de?
Di hundirê hinaran, toximê zeytûnan de?
Yan wextên esirkî de ye?
De bêje ey Evdalê lal û ker,
Ji me re stranên dengbêjên kor bêje.
Helbest: Omer Barasî
Xwendin: Hesenê Cindî
Wergêr û wêne: Mem Artemêt
Nîşe: Di esasê xwe de navê vê helbestê “Vengdayîş” e ku ji hêla Omer Barasî ve bi kirdkî hatiye nivîsîn.
Musîc: Levon Minassian - Bab' aziz