filmov
tv
Ax! Welato: Gundê Xirbêbelek

Показать описание
Ji gundên Êzdiyan yên li herema qerejdaxê, yê herî gir gundê Xirbêbelek e. Gund ji wêranşehirê 30 km yan dûr e. Di heman demê de ji gundên Êzdiyan yên heya roja îrohîn em jê geriyan, yê herî şên jî ev gund e. Qasî 500 kes lê dijîn. Ji ber ku xirbêbelek zêde koç nedaye, dengê zara bilind dibe û di sûkên wê de ciwan pêgermoka diavêjin. Bêhna pêşerojê jê tê, hêviyên mirov geş dike.